Qubad Talebanî: Divê em çavkaniyên dahat û aboriyê cûr bi cûr bikin
Kurdistan 01:44 PM - 2026-06-07
PUKMEDIA
Qubad Talebanî
Li Korbenda Delphi de Qubad Talebanî gotarek girîng pêşkêş kir, ku xwe di xebata
ji bo modernkirina sektora taybet, pêşxistina mafên jinan, pêşveçûna tevahiya
civakê, baweriya bi şiyana navçeyê û şiyanên Îraqê, û girîngîdayîna bi pirsa
aştiyê û çendîn mijarên din de dibîne.
Di roja duyem a duyemîn korbenda Delphi de Qubad Talebanî di
gotarekê de ragihand: "Bi xêr werin Silêmaniyê, şerefek mezin e ku ez
pêşwaziya civîna serkirde, dahêner, bîrmend, xwendekar û hevbeşên ji seranserî
Kurdistan, Îraq, Ewropa, Yunanistan û derveyî welat dikim. Ez dilxweş im ku Dêlfî
careke din, li Silêmaniyê birêve diçe.
Em ji bo modêrnkirina sektora taybet kar dikin
Her wiha got: Mehek berê, hinek ji me li Delphi civiyan, me
behsa lezkirina pêşveçûna teknolojî, pêwîstiya lezgîn a ji bo aramiya aborî û
guhertina keşûhewayê kir, ku ev gotûbêj îro li Silêmaniyê berdewam in. Em fêm
dikin ku ev pirsgirêk û ev alozî, ne tenê ji bo temaşekirinê ne, belku divê
werin çareserkirin. Em kar dikin ji bo modêrnkirina sektora taybet, ji bo
baştirkirina xizmetguzariyên giştî, ji bo rûbirûbûna guhertina keşûhewayê, û ji
bo piştrastbûna ji bihêzkirina ciwanên me; divê jin jî di navenda vê guhertinê
de bin."
Mafên jinan hîmê bingehîn yê her civaka nûjen in
Wî zêde kir: Heke nîvê nifûsa wê ji derfetan bêpar be, tu
neteweyek nikare bigihîje karînên xwe ya aborî ya tevahî, bi jinên bihêz,
saziyên bihêztir, aboriyên hilberînertir û civakên aramtir, pêşveçûna rastîn ne
temam e heke beşek ji civaka me li paş bimîne.
Ez serkeftinê ne tenê wekî mezinbûna aborî, lê wekî
mezinbûna demdirêj a berfireh, domdar û hevseng pênase dikim. Ev mezinbûn
nikare bi tenê bi sektorekê ve were sînordarkirin. Pêşeroja Kurdistanê nikare
tenê bi zeviyên petrolê ve girêdayî be.
Her aşkere
kir ku di pêşerojê de, ez bi tundî baweriya xwe bi şiyana herêmên me tînim,her
herêmek li Kurdistanê xwedî hêzên xwe yên cuda ye û divê serokatiya me riyan
bibîne ku wan pêş bixe û weberhênanê lê bike, Silêmanî her demêl rolek wekî
pirek ji bo ragihandinê, cîhek ji bo diyalog û navbeynkariyê lîstiye.
Îraq xwedî şiyaneke mezin ya serkeftinê ye
Cîgirê
Serokwezîr got:Îro,hikûmeteke nû ya Îraqê heye, û bi wê re pencereyeke nû ya
derfetan vedike ji bo xurtkirina aramiya mezintir, kişandina weberhênanê û
avakirina domdariya demdirêj,Îraq xwedî şiyaneke mezin ya serkeftinê ye ji bo avakirina
pêşketina hevbeş.
Cihê
erdnîgarî yê stratejîk yê Iraqê pir girîng e, lê domdariya wê bi afirandina
jîngehek weberhênanê ya aram û pêşbînîkirî ve girêdayî ye,serkeftina Kurdistanê
bi serkeftina Îraqeke aram ve girêdayî ye, û em dixwazin di wê serkeftinê de
bibin şirîkên rastîn.
Divê em bibin parêzvanên pêvajoya aştiyê.
Ji
aliyekî din ve, Qubad Talebanî got: Îro divê em bibin parêzvanên aştiyê,ev ne
bangek e ku ji sadehiyê derdikeve, lê ji pêdiviyek mutleq e,aştî baweriyê ava
dike, ew aramiyê pêş dixe û dihêle ku em avaker bin,ji
ber vê yekê, em hewl didin ku bibin hêzek ji bo aştiyê; ev bi tenêtî yan
dabeşbûnê nayê bidestxistin korbendê mîna Delphi platformek ji bo danûstandina
ramanan û derbaskirina sînorkirinên heyî peyda dikin û peywendîkirina bi
hevkarên li Ewropa, Amerîka û hemû cîhanê re.
Her weha aşkere kir ku ev peywendî girîng in ji
ber ku ew ezmûn û perwerdehiya sazûmanî tînin,wekî ku Serokê Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê got:Peywendî samanê me ya herî hêja ne, û bawerî bi ragihandina
berdewam ava dibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
177.emîn hefteya dîjîtal ya Îngilîzî hat weşandin
03:47 PM - 2026-06-07 -
Siyamend Efrînî:500 endamên asayîşê dê vedigerin Efrînê
02:38 PM - 2026-06-07 -
Cîgirê Serokê Nîvîsingeha Fînlendayê: Mam Celal serokekî mezin ê Kurd û Îraqê bû
01:15 PM - 2026-06-07 -
Hevdîtinên Qubad Talebanî di korbenda Dêlfî de
10:27 AM - 2026-06-07
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Divê em çavkaniyên dahat û aboriyê cûr bi cûr bikin
01:44 PM - 2026-06-07
Salar Mehmûd: YNK piştgiriya nêrînên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dike
12:57 PM - 2026-06-07
Roja duyemîn a Foruma Aborî ya Dêlfî li Silêmaniyê berdewam dike
09:14 AM - 2026-06-07
Qubad Talebanî bi şandeke bazirganî ya Fînlandayê re civiya
09:11 PM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Pêdiviya me bi arasteyeke nû di peywendiyên digel Bexdayê heye
Kurdistan 05:12 PM - 2026-06-06 -
Cîgirê serokê herêmê digel cîgirê Balyozê Fînlandiya civiya
Kurdistan 04:30 PM - 2026-06-06 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
Kurdistan 03:11 PM - 2026-06-06 -
Siyamend Efrînî:500 endamên asayîşê dê vedigerin Efrînê
Kurdistan 02:38 PM - 2026-06-07 -
177.emîn hefteya dîjîtal ya Îngilîzî hat weşandin
Kurdistan 03:47 PM - 2026-06-07 -
Hevdîtinên Qubad Talebanî di korbenda Dêlfî de
Kurdistan 10:27 AM - 2026-06-07 -
Dawudoglu: Bafil Celal Talebanî rêbazek hekîmane ji bo şerê li Îranê şopand
Cîhan 10:06 PM - 2026-06-06 -
Duyemîn Foruma Aborî Delphi li Silêmaniyê destpê kir
Kurdistan 01:48 PM - 2026-06-06



.jpg)

Aplîkêşin

