Dawudoglu: Bafil Celal Talebanî rêbazek hekîmane ji bo şerê li Îranê şopand

Cîhan 10:06 PM - 2026-06-06
Ehmed Dawudoglu li Foruma Delphî diaxive PUKMEDIA

Ehmed Dawudoglu li Foruma Delphî diaxive

Turkiye Serok Bafil

Serokwezîrê berê yê Turkiyê Ehmed Dawudoglu hişyarî da li ser zêdebûna metirsiyên li deverê û windakirina baweriyê bi saziyên navneteweyî,her weha pesna polîtîkayên hekîmane ên serkirdeyên Îraqê û Herêma Kurdistanê li dema şerê Îranê da, bi taybetî pesna siyaseta hekîmane ya Serok Bafil Celal Talebanî û Qubad Talebanî da.

Helwêstên Serkirdeyên YNKê bilind nirxand

Ehmed Dawudoglu di Foruma Delfî de, ku roja Şemiyê li Silêmaniyê destpê kir, axivî û behsa şer û aloziyên heyî yên li Rojhilata Navîn kir û got: Ev forum di demek pir guncaw de tê lidarxistin ji ber ku metirsî zêde bûne, êdî bawerî bi saziyên navneteweyî tune ye, hesta ewlehiyê nemaye û di vê rewşê de ti aliyê serketî tune ne.

Dawudoglu tekez kir û got; Em niha di nav krîzek mezin de ne û divê em bifikirin ka em ê çi bikin, ji ber vê yekê min girîng dît ku ezdestxweşiyê li Îraqê û helwestên wan ên hekîmande bikim û bi taybetî ez rola hekîmane ya herdu rêzdaran (Bafil Celal Talebanî û Qubad Talebanî) bilind dinirxînim ku di dema şerê Îranê de nîşan dan.

Ehmed Dawudoglu diyar jîkir û got: Ev forum di demek pir guncaw de tê lidarxistin. Ez par jî di vê forumê de bûm. Wê demê şerê di navbera Îsraîl û Îranê de hîn dest pê nekiribû. Îsal, ez dixwazim bala we bikişînim ser vê rastiyê ku em niha bi metirsiyên hîn mezintir re rû bi rû ne, û cîhan ber bi herifînê ve diçe. Em îro di serdemekê de dijîn ku baweriya bi saziyên navneteweyî winda bûye, hesta ewlehiyê tune ye, û di vê rewşê de tu  alî serketî nabe.

Ewlehiya Turkiyê bi ewlehiya Silêmanî û Hewlêrê ve girê dide
Serokwezîrê berê yê Turkiyê zêde kir, "Em niha di nav krîzek mezin de ne, û divê em hemî bifikirin ka divê em di meh û salên pêş de çi bikin.

Ehmed Dawudoglu tekez kir ku herêm pêwîstî bi vîzyon û nêzîkatiyek nû ye ku ji hêla Tirk, Kurd, Ereb û Îraniyan ve were rêzgirtin. 

Dawudoglu tekez kir ku dema ew diçe Silêmanî û Hewlêrê, ew wekî ku ew diçe Stenbol û Konyayê ye, û dibêje, "Eger li van bajaran aştî tune be, li Turkiyeyê an li her deverek din a cîhanê aştî aramî tune ye."


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket