Salar Mehmûd: YNK piştgiriya nêrînên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dike
Kurdistan 12:57 PM - 2026-06-07
PUKMEDIA
Dêlfî
Salar Mehmûd, Berpirsê Navenda Derve ya Yekîtiya Nîştimanî ragihand: Kongreya
Neteweyî ya Kurdistanê platformeke girîng a komkirina nîştimanî ye ji bo dîtina
rêçarenivîsa doza Kurd li cîhanê. Her wiha tekez kir: Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê bi serokatiya Serok Bafil, li ser xeta Serok Mam Celal dê berdewam
be li ser piştgirîkirina vê navendê û rûbirûbûna rastiya heyî a dozên nîştimanî
li hemû beşên Kurdistanê.
Salar Mehmûd, Berpirsê Navendê, di konferansa Kongreya
Neteweyî ya Kurdistanê de, gotara YNK xwend û ragihand: Kongreya Neteweyî ya
Kurdistanê platformeke girîng a komkirina nîştimanî û neteweyî ye ji bo dîtina
rêçareyên doza neteweyî ya Kurdistanê li cîhanê.
Her wiha ragihand: Çawa ku di destpêkê de Serok Mam Celal
destpêşxer û pişkdar bû di avakirina vê navenda girîng de, niha jî bi
serokatiya Serok Bafil Celal Talebanî, Yekîtî dê piştgira tezên kongreyê be.
Çunke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê di
desthilatê de ye û dizane ku kêşeyên herêmê bêyî doza Kurd û kesayetiyên bigêr
(bibeandem) çareser nabin.
Salar Mehmûd amaje bi vê yekê jî kir: Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê biryar daye ku di dozên nîştimanî de rasterast û realîst rûbirûyî
pêşhatan bibe, û wek ku Serok Mam Celal jî di teza xwe de amaje pê dike û
dibêje: "Doza Kurd li Bakurê Kurdistanê û gihîştina bi aştiyê, kilîta
çareserkirina kêşeya Kurd e li Rojhilata Navîn.
Ragihand: Îsal Yekîtiya Nîştimanî di 51emîn salvegera
damezrandina xwe de projeya eniyeke Kurdistanî li ser asta hemû hizb û aliyên
siyasî yên Kurdistanê pêşkêş kir, ji ber wê jî erka Kongreya Neteweyî ya
Kurdistanê ye ku bi hûrgulî binirxîne û piştgiriya wê bike, çunkê eger em
yekgirtî bin tu hêz nikare bûyera Lozanê û piştî Lozanê bi ser 50 milyon Kurd
de bîne.
Li dawiya gotara xwe de berpirsê Navenda Derve ya YNK ev yek
jî eşkere kir: YNK wek çawa di dîrokê de şanaziya wê yekê bi ser de hatiye
birîn ku hêzeke nîştimanî ye, di niha de jî piştgiriya pirsa Kurd dike li hemû
beşên din ên Kurdistanê, bêyî destwerdan û bêyî merc.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
177.emîn hefteya dîjîtal ya Îngilîzî hat weşandin
03:47 PM - 2026-06-07 -
Siyamend Efrînî:500 endamên asayîşê dê vedigerin Efrînê
02:38 PM - 2026-06-07 -
Cîgirê Serokê Nîvîsingeha Fînlendayê: Mam Celal serokekî mezin ê Kurd û Îraqê bû
01:15 PM - 2026-06-07 -
Hevdîtinên Qubad Talebanî di korbenda Dêlfî de
10:27 AM - 2026-06-07
zêdetir tamaşe bike
Qubad Talebanî: Divê em çavkaniyên dahat û aboriyê cûr bi cûr bikin
01:44 PM - 2026-06-07
Salar Mehmûd: YNK piştgiriya nêrînên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dike
12:57 PM - 2026-06-07
Roja duyemîn a Foruma Aborî ya Dêlfî li Silêmaniyê berdewam dike
09:14 AM - 2026-06-07
Qubad Talebanî bi şandeke bazirganî ya Fînlandayê re civiya
09:11 PM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Pêdiviya me bi arasteyeke nû di peywendiyên digel Bexdayê heye
Kurdistan 05:12 PM - 2026-06-06 -
Cîgirê serokê herêmê digel cîgirê Balyozê Fînlandiya civiya
Kurdistan 04:30 PM - 2026-06-06 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
Kurdistan 03:11 PM - 2026-06-06 -
Siyamend Efrînî:500 endamên asayîşê dê vedigerin Efrînê
Kurdistan 02:38 PM - 2026-06-07 -
177.emîn hefteya dîjîtal ya Îngilîzî hat weşandin
Kurdistan 03:47 PM - 2026-06-07 -
Hevdîtinên Qubad Talebanî di korbenda Dêlfî de
Kurdistan 10:27 AM - 2026-06-07 -
Dawudoglu: Bafil Celal Talebanî rêbazek hekîmane ji bo şerê li Îranê şopand
Cîhan 10:06 PM - 2026-06-06 -
Duyemîn Foruma Aborî Delphi li Silêmaniyê destpê kir
Kurdistan 01:48 PM - 2026-06-06


.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

