Duyemîn Foruma Aborî Delfî li Silêmaniyê destpê kir

Kurdistan 01:48 PM - 2026-06-06
uyemîn Foruma Aborî Delfî li Silêmaniyê PUKMEDIA

uyemîn Foruma Aborî Delfî li Silêmaniyê

Silêmanî

Îro roja Şemiyê 6/6/2026`an bi çavdêriya Qubad Talebanî duyemîn foruma Delfî li hola Fawndayşin li kargeha kulturî li bajarê Silêmaniyê birêveçû, û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî û mêvanên navxwe ya Îraqê û derve têde beşdarbûne.

Di destpêka forumê de Damezrînerê Foruma Aborî ya Delfî Simon Simeonides axivî û ragihand; Tiştên ku li vê herêmê rûdane bandor li ewlehiyê kiriye, di vê demê de pir girîng e ku cîhek ji bo diyalogê hebe, di vê demê de, Herêma Kurdistanê û Silêmanî xwedî pêgeh û cihekî girîng in.

Simon Simeonides got jî: Herêma Kurdistanê her tim hewl daye ku mirovan bîne ba hev, di demekê de kesên din cudahî çêkirine.

Her weha di berdewamiya axaftina xwe de got: Herêma Kurdistanê hevbeşekî girîng a veberhênanê ye, ev konferansa ku li Silêmaniyê tê lidarxistin, dê gelek giftûgoyan di navbera berpirsiyaran de vebihewîne, ev gotûbêj dê ne akademîk bin, belkû ji bo ewlehiya cîhanî girîng in.

Di dawiya axaftina xwe de Simon Simeonides tekez kir û got: Em serbilind in ku ji bo cara duyemîn vegeriyane Silêmaniyê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket