Roja duyemîn a Foruma Aborî ya Dêlfî li Silêmaniyê berdewam dike

Kurdistan 09:14 AM - 2026-06-07
Korbenda Dêlfî PUKMEDIA

Korbenda Dêlfî

Silêmanî

Îro yekşem 7/6/2026 bi çavdêriya Qubad Talebanî, roja duyem a Duyemîn Korbenda Dêlfî li hola Fawndêşin li Kargeha Kitûrî li Silêmaniyê birêve diçe, ku tê de gelek serkirdeyên welatên Ewropa û herêmê beşdar bûn û çalakî dê berdewam bin.

Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di panela yekem a Duyemîn Korbenda Aborî ya Dêlfî li Silêmaniyê de, bal kişand ser guhartinên herêmê, alozî, rola Yekîtiya Nîştimanî, peywendiyên Herêm û Bexdayê û cîhanê, proseya aştiyê, pêkanîna hikûmetê, Silêmanî û Kurdistanê û li ser çendîn mijarên dinên giring axivî.
Sîmon Sîmyonîdîs damezrîner û rêveberê Korbenda Dêlfî li ser birêveçûna korbendê li Silêmaniyê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku ev projeya pir balkêş li Silêmaniyê ji bo sala duyem a li pey hev berdewam dikin. Weke ku hûn dizanin ev bûyer li vir li Silêmaniyê, ne tenê bûyera navdewletî ye ku em rêk dixin, me biryar daye ku em vê projeyê berdewam bikin, tevî wan demên dijwar ên ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe.

Di çarçoveya xebatên korbenda aborî ya Dêlfî de, siyasetmedar, biryarder û bazirganên mezin ên welatên Yûnanistan, Tirkiyê, Bulgariya, Romanya, Corciya, Polende, Îtalya û Fransayê, gotûbêjeke gur dikin li ser ewlehiya herêmî û enerjiyê, veguhastina kesk, geşepêdana aborî û fersendên nû yên veberhênanê ji aliyekî ve, û mijarên hikûmetdarî û hewldanên reformê ji aliyê din ve.
Foruma Navdewletî ya Deêlfî yek ji herî giringtirîn forumên navdewletî ye li cîhanê û her sal li bajarê Dêlfî yê Yûnanistanê bi rêve diçe, û ev cara duyemîn e ku Foruma Dêlfî li Silêmaniyê bi rêve diçe.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket