Yekîtî rêbaza raman û hêzê ye

Kurdistan 12:05 PM - 2026-05-31
logoya YNK PUKMEDIA

logoya YNK

YNK

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ev 51 sal in ku têkoşîna xwe didomîne û ji qonaxa rêxistina veşartî derbasî şerê siyasî û çekdarî yê Pêşmerge li çiya, bajar û serhildanê bûye, ku bi xebat û xwîna şehîdan û qurbanîdanê ji bo mafê rewa ya gel îro li Başûrê Kurdistanê azadî û rêveberî pêk hatiye, mîjo şahidê rast e ji cureyên tekoşîna YNK’ê ya ji bo aştî, bextewarî û mafên gelê me.

Têkoşîna şoreşa nû ya di serhildana 1991’an û serxwebûnê de ji bo Kurdan herêmek ava kir. Di sala 2003’an de têkoşîna wî gihişte rûxandina dîktatoriya Baasê û piştre jî li Herêma Kurdistanê û Êraqê têkoşîna parlamenterî û demokratîk berdewam kir, Ji ber vê yekê jî Serok Mam Celal Sekreterê Giştî yê YNKê wek yekem serokomarê Îraqê di dîroka Îraqê bi giştî û kurdan bi taybetî de hat hilbijartin û bû çavkaniya aştî û pêkve jiyanê ji bo civakên Îraqî û bextewariya kurdan.

Emaneta Şoreşa Nû di destê serokê nû de

Di qonaxa niha de ku em 51 saliya Yekîtiya Nîştimanî bi bîr tînin, xebata Yekîtiyê di qonaxeke din de ye ku Bafil Celal Talebanî Seroke li ser rêbaza Mam (Celal Talebanî) xebata Yekîtiyê ber bi qonaxeke din ve araste dike, bi sernavê siyasî yê (Xweşguzaranî, avadanî, dadperwerî û demokrasî) li Herêmê, û li ser asta Îraqê jî (Hevbeşiya rasteqîn a Kurdan û parastina giranî û pêgeha Kurdan di birêvebirin û biryara siyasî de, vegerandina ax û Kerkûkê li gorî destûrê, parastina hêjayên darayî yên Kurdan û bikar ne anîna nan û guzeraniya xelkê di aloziyên siyasî de). Ev jî emaneta Şoreşa Nû ye di destê serokê nû yê Yekîtiyê de, ku berdewamiyê dide xebatên nû yên Yekîtiyê.

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji wan hêzên siyasî ye ku xebata nû bi qonaxa nû re girê dide ev jî di berjewendiya girseyên gel û mafên wan ên rewa de ye. Ji ber vê yekê, Yekîtiya Hêza Girseyan e û girseyên gel jî wê wekî hêz û penaha rasteqîn a mafên xwe dibînin.


Berî 51 salan di 1-6-1975an de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hate damezrandin li ser destê 7 kesan ew jî serok Mam Celal Talebanî, Fuad Mesûm, Adil Murad, Newşîrwan Mistefa, Ebdulrezaq Feylî, Omer Şêx Mûsa û Kemal Fuad bûn.

Mixabin roja 3-10-2017`an serok Mam Celal koça dawî kir û xemeke kûr û valahiyek mezin ji bo hemû gelê Kurd hişt. Ev jî di demekê de ye ku D.Kemal Fuad, Newşîrwan Mistefa, Adil Murad û Ebdulrezaq Feylî jiyana xwe ji dest dan. Niha du ji damezrînerên vê hêza siyasî hîn sax in: Dr.Fûad Mesûm û Omer Şêx Mûs in.

Di dîroka gelê Kurd de, herdem du rê hatine ber tekoşîna rizgariya neteweya Kurd, an liberxwe bide, an jî xwe radest bike. Lê Yekîtiya Nîştimanî Ya Kurdistanê, rêya berxwedan û berdewamkirina tekoşînê ji xwe re hilbijart û heya roja îro bi awayekî resen û bi şêwayekî nûjen û demokratxwez serkefrtinên dîrokî ji gelê Kurd re tomar kiriye û tomar dike.
Ji bo ku mirov dîroka vê partiyê ji nêz ve bişopînê û nasbikê, dibe ku em di serî de, dîroka ku  Yekîtî têde hatiye damezrandin nas bike û bixwîne taku em bikaribin xwişk ew dîroka tijî fikir , têkoşîn û xebat çawa ew dara azadiyê bi xwîna pakrewanan hatiye avdan binasin. Daku bi nirx mirov nêzîkî vê dîrokê bibe û nifşên gelê Kurd qîmet û bihayên ev dîroka dewlemend ji fedekarî û berxwedanê û zor zehmetiyên ku hatine kişandin ku çawa ji tunebûn hebûn hatiye ava kirin û ji bindestiyê gîhane azadiyê û ev destkeftên îro berhema têkoşîn û xebata dehên sala ne.

YNK di demekê de hate damezrandin ku gelê Kurd bêhêvî jiyan dikir û bawer nedikir ku carek din Kurd bikare rabe ser xwe. Belê jidayîkbûna YNK`ê  vejandina hêvî û bawerî û ronahiyê bû jib o gelê Kurd û destpêkirina şoreşa nû bû li welatê me Kurdistan.
Şoreşa îlonê a sala 1961`an di şert û mercekî navdewletî ya diyarkirî de destpêkir  zêdetir li 100 hezar pêşmerge hebûn di ware madî û manewî dewleta Îranê piştevanî dikir. Îranê ji ku kêşeyên xwe li gel Êraqê hebûn, hevkariya şoreşê dikir.
Piştî rêkeftina 11 adarê sala 1970`an û çar sal goftûgo kirin. Di encama nerazîbûna hikûmeta Îraqê û înkarkirina mafê gelê Kurd , li nîsana 1974`an de şer bi germî destpêkir û hikûmeta Îraqê bi rêya çendîn dewletên weke (Rûsya, Urdin, Misir, Emerîka) hewl da ku gostûgoyan li gel şahê Êranê destpê bike ku eve kerta herî dawî ya Êraqê bû bo binxistina şoreşa gelê Kurd.

Roja 6/3/1975`an rêkeftinnameya Cezaîrê di navbera Sedam Hisên û Şahê Îranê li Cezaîrê hate morkirin û ew rêkeftin gihêşt wê encamê ku ji niha û pêve nabê ne Êraq û ne jî Êran dest di karûbarê navxweyî yên hevûdinê de wernedin,  her weha Êran dive deriyê hevkarîkirina şoreşê dabixe.
Roja 12/3/1975`an, şandeke PDK`ê bi serokayetiya Barzanî çû Îranê û piştî hewldanekî zor karî şahê Îranê bibînin û şahê Îranê ev ji wan re got: Eve 42 sal nakokiyên me li gel Îraqê hene. Niha rêkeftinek gihîştiye encamê û yê we jî sê rê li pêşiya wene:
1-    Hûn werin Îranê û wek welatiyên Êranê emê we hesab bikin.

2-    Hûn vegerin Îraqê bi dilê weye.

3-    Hûn xebata xwe berdewam bikin em sînor dadixin û li gor rêkeftina Cezaîrê her kesek li sînor bê girtin emê radestî Îraqê bikin.
Şanda Partiya Demokrata Kurdistanê vegera Kurdistanê û di roja 14/3/1975`an civîn li gel serkirdayetiya PDK`ê kir û 6 rojan ew civîn dirêj kir, şeva 18 li ser 19/3/1975`an hemû serkirdayetî û polîtboru û fermande civiyan û daxwz kirin ku xebat berdeweam bike lê belê bêfêde bû.
Ji bilî PDK`ê di wê serdemê de Komele û partiya komonîst hebûn, lê belê biçûk bûn nekarîn bimînin.

Di roja 10/6/1970 Komeleya Markisî Lînînî ya Kurdistanê bi serpereştiya Mam Celal hate damezrandin.

Ji bo xelk li derdora wê rêxistinê bicive kesên rewşenbîr hatin hilbijartin wek “Newşîrwan Mistefa, Şazad Saîb, Mehmud Mele Izet, Rife`t Mele Mehmud.”
Endamên serkirdayetiya Komele li sala 1970 ji van pêkhatibûn:
Şihabê Şêx Nurî : sekreterê komîteya serkirdayetiyê li nava welat
Mihemed Seîd Mîrza berpirsê lijneya Bexda
Ce`fer Ebdulweahêd: berpirsê lijneya Hewlêrê
Awat Ebdulxefur: berpirsê lijneya Silêmanî
Ferîdun Ebdulqadir berpirsê lijneya Kerkûkê
Di wê serdemê de gêncekî zor peywendî bi Komeleyê ve kirin û Şazad Sayîb çû derveyî welat û nameyek li ser rewşa Kurdistanê gîhand Mam Celal û her weha nameya Mam Celal jî anî Kurdistanê ku şert û mercek libarê dirustkirina rêxistineke niştimanî ya berfereh têde anî ziman.
Desteya damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Di 22/5/1975`an li rêsturanta Tuleytile li taxa Ebû Rimane ya li paytexta Sûriyê yekem civîna desteya damezrêner bi pratîkî desteya bi cîbicîikirina kar ev heval têde beşdar bibûn: (Mam Celal – Neşîrwan Mistefa- Dr. Fuad Mehsum- Adil Murad- Ebdulrezaq Feylî – Omer Şêx Mûs).
Di wê civînê de Mam Celal behsa encamên hewldanan û peywendî kirin bi wan hevalên ku li devera rojhilata navîn hati bû encam dan kir. Di heman demê de naveroka wê beyannameyê hat xwendin ku hati bû amade kirin bi mabesta wergirtina nêrînên beşdarbûyan.

Hêjayê gotinê ye bi tenê birgeyek bo wê beyannameyê hat zêde kirin eve jî naveroka wê ye: Damezrandina YNK’ê bersive jibo biryara dest ji berdana şoreşa Kurd de.

Jiber wê jî daxwaz ji tev xebatkarên gelê me dikin kû piştgîriya wê saziya nû bikin û xebatên xwe berdewam bin jibo bi destanîna armancên tevgera azadîxwazî ya neteweyî ya Kurd.

Piştî wê serrast kirinê li 01.06. 1975 di beyannameyekê de li Ewrûpa hat belav kirin û ev dîrokê jî bû bi roja ragihandina fermî ya YNK’ê.Ev beyannameye gelek welatên cîhanê de bi zimanên cuda cuda hat belav kirin.Bi Erebî,Îngîlîzî,Almanî,Farisî.Beyanname ji aliyê Kemal Burkay ve bo zimanê Tirkî hat qulipandin.Di wê demê de li Tirkiye govarek bi navê (Özgürlük Yolu) Rêbaza azadiyê dihat belav kirin.Di heman demê de li civîna Berlîn’ê de du nêrînên cuda derbarê pêkanîna wê saziyê hebû,eceb ev saziye saziyeka çekdarî ya îdolojîk be yan saziyeka pêşketinxwaz û nîştimanî ya berfireh be.Nêrîn liser eniya dudiyan bû. Yanî saziyeka berfireh ku hemû tekoşeran bi bê cudahiya îdolojîk hembêz bike.

Her jiber wê YNK wek rêxraweka nîvçe enî ji dayîk bûye ku daxwaza tekoşîna wê qonaxê bû. Di nav wê nîvçe eniyê de çend kom hebûn ku fikir û nêrînên wan cuda bûn. Lê belê liser bernameya giştî ya YNK yekbûn. Ku eve jî deng vedana rengên cuda yên wê demê ya pêkhateya siyasî ya Kurdistanê bû. Li gorî nêrîna Şasiwar Celal (Aram): YNK ne partî ye û cihê partiya proletarya nagre. Çend kom di nav de hene.

Yekgirtina wan jî di çarçoveya YNK de bi temamî eniya nîştimanî pêkneaniye,belkî eniyeke ku digel rastiya siyasiya Kurdistanê digunce.

Bêguman ev rastiye di guhertinê de ye serkeftin girêdayê pêşketina wê grûpê ye.Yekem beyannameya damezrandina YNK’ê hilweşîna sala 1975 kire xaleka guhertinê di xebata gelê Kurd de. Em bi serbilindî rijd bûna tekoşerên gelê me radigehînin liser berdewamiya xebata şoreşger ya di nav gelê me de. Di çarçoveya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê de ku liser rêbaza gel dimeşe.

Hêjayê gotinêye:qonaxa piştî hilweşînê 1975 de Kurd rûbirûyê nakokiyeka serekî de bû ku ev jî nakokiya navbera gelê Kurd û desthilata Beis bû bi hemû taxên xwe ve.
Ev nakokiye gefa liser hebûna Kurd bû ku liser nakokiyên navbera taxên civaka Kurdewarî de hakim bibû.

Di derbarê eve di yekem beyanname de hatiye:YNK hewl dide hêzên nîştimanî û demokratîk yên şoreşa Kurd bi awaya Yekîtiya Nîştimaniya Demokrat rêk bixe ku nav de komên pêşketinxwaz û yekîtiya xebatkaran bikarin bihevre jiyan bikin di bin serkirdayetiya pêşrew a şoreşgerên Kurdistanî de.

Piştra ev grûpane li çend saziyek pêkhatin ku yekîtiyan pêk tîna.
1. Komeleya Marksîzim _ Lenînîzim ya Kurdistanê.

2. Tevgera Sosyalîsta Kurdistanê.

3. Hêla giştî ya YNK’ê.

Ezmûna di nav YNK ezmûnekê nû bû di nav tevgera Kurdayatî de,ku sê rêxrawên cuda,sê îdolojiyên cuda cuda û sê serkirdayetiyên cuda,wan sê rêxrawane serbixweyî ya temam hebûn.

Lê belê Beis gefa herî mezin bû liser hebûna Kurdan jiber wê jî hersê rêxraw tevî wan hemû cudahiyan di bin saziyeka yekgirtî de yekbûn û bernameyeka hevpar danîn jibo rûbirûyê wê gefê bibin. Ku xwe di nav bernameya YNK de dîtiye û serkirdayetiya hevpar bawir dikin.
Hêzeka çekdariya hevpar,budceyeka hevpar,ragihandineka hevpar,siyaseteka derveyî ya hevpar danin û hemû alî jî serbixweyiya rêxrawa xwe biparêze. Her çende ev sê rêxrawe sêpartî bûn lê belê fikrekî yekbûyî çêkirin. Liser armanc û asayîşa neteweyî ya Kurd. Jiber wê biryar dan tevî hemû cudahiyan bi hevre jiyan bikin û kar jibo gel bikin.

Bi wî awayê YNK hat pêk anîn ku rêxraweka nîvçe enî be daku bikare hemû taxên şoreşgeran û kedkaran û vekolerên nîştimanperwerên Kurdewarî bo xebat amade bike û bi rêbazeka nû ,plan û siyaset û taktîkeka nû rênmayiya wan bike.


Destpêka şoreşê

Di roja 1/6/1976`an yekem mefrezeya çekdarî ku hejmara wan 37 pêşmerge bûn di bin berpirsyartiya neqîbê endazyar Îbrahîm e`zo bû ji aliyê Mam Celal ve li Sûriyê hate birê kirin ew 37 pêşmerge weke 4 mefrezeyên biçûk hatin rêxistin kirin û piştî gihêştina ew çar mefreze li ser sînorê navbera Sûriyê – Tirkiyê bo Kurdistanê ji aliyê serokatiya demkî yaw ê demê ya PDK`ê hatin girtin û li navçeyê hatin şehîd kirin.
Şandina grupa duyem a pêşmergeyan bo Kurdistanê ku ew hêz ji fermande û kadirên Sûriyê pêkhatibûn bi serpereştiya Newşîrwan Mistefa di 21/11/1976`an derbasî kurdistanê bûn.

Yekem alîkariya çekan piştî rêkeftina li gel serkirdayetiya demkî yê wê demê di 1/3/1977`an ji sûriyê hat û ew çek ji 60 mkilaşînkof pêkhatibûn gihêştin destê Newşîrwan Mistefa.

Vegera Mam Celal bo Kurdistanê di sala 1977`an bû ji beyrûtê derbasî kurdistanê bû û yekem civîna komîteya serkirdayetiyê li ser axa Kurdistanê di 31/8/1977`an hate lidar xistin ku 12 rojan dom kir di wê civînê de Mam Celal bû bi sekreterê giştî.

Kongireya yekem di 28/1/1992`an li Silêmaniyê destpêkir û piştî du rojan bo bajarê Hewlêrê hate guhastin û 17 rojan berdewam kir  û zêdetir li 750 kadir wê serdemê beşdariya kongireyê kirin, her baskên Komele û Yekîtiya Şoreşgeran xwe têde jihev kirin û biryara yekxistina her balan hate dayîn û fikra sosyal democrat hate pesend kirin ku her kesekî kurdistanî digare cihê xwe têde bibe û di nava vê rêxistinê de dikare xebata xwe ya siyasî bike.

Di 4/4/1999`an Yekîtî konferansa xwe lidar xist û di sala 2001`an de jî kongreya YNK`ê a duyem li Silêmaniyê hate lidar xistin û carek din fikrê sosyal democrat pejirand û Mam Celal jî wek sekreterê giştiyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hate hilbijartin.
Roja 1/6/2010`an jî kongireya sêyem a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi druşma (berve guherînê û çespandina yekîtiya nava YNk`ê li silêmaniyê destpê kir û hejmarek zor li mêvan û nûnerên dewletên mezin û şandên dehan parî û aliyên siyasî û rêxistin û kesayetiyên li ser astê Kurdistanê û Êraqê û cîhanê beşdarî di kongireyê de kirin.

Ji %70 beşdarvanên kongireya sêyem a YNK`ê ji gêncan pêkhatibûn û ji %60 xwendvan bûn û ji %20 jî ji jinan pêk hatibûn.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, daxwaza çareseriya siyasî bo pirsa netewî ya kurd dike li ser bingehê demokrasiyê û mafê mirov û her weha naskirina nasnameya netewî û keltorî ya Kurd.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kar bo pêşkeftina civaka sivîl dike kar jibo rêxistinên sivîl li Kurdistana Êraqê hilbijartinên azad û vekirî, rêxistinên civaka sivîl, azadiya raderbirîn û rojnamevanî û mafên serekî yên mirov bi wekehevî dike, ji ber vê yekê jî xwe di arasteya sosyal demokrata cîhanê de dibîne. YNK`ê baweriya xwe wehaye ku siyaseta hikûmetê û hêza bazarê dive xwe yekbixe bo geşedaneke aborî û xizmeta civakê.

Baweriya YNK`ê weha ye ku ne tenê Kurd bûne qurbana destê rêjîma Îraqê belku kar bo parastina mafê kêm netewan û olên din li Îraqê dike. Di vê bare de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kar li gel civata Tirkuman û aşorî dike her weha nûnerên rêxistinên jinan jî wek beşek li Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê rêz li hemû civata siyasî û keltorî û nijadên cuda digre. Ev dîtin weha lê kiriye ku Tirkuman û Aşorî jî dazgehên fêrkirin û keltora xwe hebin her weha kilîse (dêr) jî vegeriyaye Silêmaniyê û bajarên din jib o ew kesên ku mesîhî ne.
YNK`ê bi awayekî çalak beşeke li hêzên demokrsiyê li Êraqê de ku kar bo anîna sîstemekî hikumraniya demokratîk bo Êraqê dike.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê daxwaza dewletekî demokrat û federal bo Îraqê dike ku têde Kurd û civatên nijadî û keltorî yên dine jî bikarin keltor û civaka xwe berve pêşve bibin.



PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket