Hevdîtinên Qubad Talebanî di korbenda Dêlfî de

Kurdistan 10:27 AM - 2026-06-07
Qubad Talebanî PUKMEDIA

Qubad Talebanî

Li kêleka Korbenda Aborî ya Navneteweyî ya Dêlfî de li Silêmaniyê Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr wek serpereştiyarê korbendê, ligel çendîn kesayetiyên girîng ên cîhanê civiya û derbarê veberhênan û aboriya Herêmê û veguhastina ezmûna welatan bo herêmê de gotûbêj hatin kirin.

Qubad Talebanî bi şandeke bazirganî ya Fînlandayê re civiya

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li kevana Foruma Aborî ya Navneteweyî ya Delfî li Silêmaniyê bi şandeyeke bazirganî ya Fînlandayê re bi serokatiya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Fînlandayê Aki Kaupinen li Bexdayê re civiya.

Di civînê de, her du aliyan li ser pêwîstiya pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fînlandayê de gotûbêj kirin û li hev kirin ku lidarxistina Konferansa Navneteweyî ya Delfî li Silêmaniyê derfeteke girîng e ji bo dîtina derfetên veberhênanê û avakirina peywendiyan di navbera sektora taybet a her du aliyan de.

Qubad Talebanî behsa stratejiya cihêrengkirina çavkaniyên dahatê kir û got ku; Em dixwazin bi sûdwergirtina ji ezmûna serketî ya welatên dost, di nav de jî Fînlandayê, pêvajoya pêşkeftina aborî ya herêmê bileztier bikin.

Di beşek din a civînê de, li ser sîstema veguhastina pêşketî ya Fînlandayê gotûbêj hat kirin, di vî warî de, Qubad Talebanî ji hikûmeta Fînlandayê xwest ku di veguhestina vê ezmûnê bo Herêma Kurdistanê û bajarê Silêmaniyê de alîkari be.

Qubad Talebanî digel Cîgirê Wezîrê Derve yê Yunanistanê civiya

Digel birêz Harî Tîoharîs, Cîgirê Wezîrê Derve yê Yunanistanê ku ji bo tevlîbûna di Duyemîn Foruma Navdewletî ya Dêlfî de hatiye Silêmaniyê, me gotûbêj kir li ser çawaniya avakirina hevahengiyê ji bo karkirina hevpar di navbera Herêma Kurdistanê û Yunanistanê de di warên çandinî, geştûguzar û bazirganiyê de.

Qubad Talebanî digel Serokwezîrê Berê yê Bulgariya re civiya

Digel birêz Kîrîl Pêkov, Serokwezîrê Berê yê Bulgariya, li ser şûna Foruma Navdewletî ya Aborî ya Dêlfî li Silêmaniyê, me bîr û ramanên xwe li ser bihêzkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bulgariya guhartin.
Em hevbîr bûn li ser pêwîstiya karkirina hevpar ji bo dîtina derfetên nû û bihêzkirina asta peywendiyên aborî û dîplomatîk di navbera Herêma Kurdistanê û welatên Yekîtiya Ewropayê de.


PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket