Perlemana Iraqê 7 biryarên li dijî gendeliyê derdixe

Êraq 08:51 PM - 2026-07-27
Rûniştina Perlemanê Taybet

Rûniştina Perlemanê

Encumana Nûneran

Perlemana Iraqê di rûniştina xwe ya jimare (6) de bi amadebûna Wezîrê karebê, civîneke çar demjimêrî pêk anî û rêze biryarênî giring pesend kirin, di nav de çavdêrîkirin û şandina tevahiya dosya û projeyên bi goman ên karebê ji sala 2005an ve bo Desteya Destpakiye û sîstema dadweriyê.

Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê ser bi fraksiyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Pola Şehîd Sirwan Dêreşeyî, ji PUKMEDIAyê re ragihand: Îro 27ê Tîrmeha 2026an, rûniştina jimare 6 di dewra duyemîn a sala yekem a yasadanînê de bi rê ve çû. Civîn bi xwendina çend ayetan ji Sûreta (El-Insan) dest pê kir, paşê Wezîrê Karebê yê Hikûmeta Federal ji bo perlemanê hatibû vexwendin, û nêzîkî çar demjimêran gotûbêjên li ser pirsên taybet bi karebê rûniştin berdewam bûn.

Wî her wiha ragihand: Di civînê de Serokê Perlemanê ev çend xal xistin dengdanê û dengê endamên Perlemanê bi dest xistin, xal jî ev bûn:

1.         Vekirin û çavdêrîkirina tevahiya dosya û projeyên karebê ku ji sala 2005an û heta niha hatine cîbicîkirin û guman an pirsgirêka gendeliyê di wan de heye. Her binpêkirineke yasayî an aborî ku bi belgeyan hatiye piştrast kirin bila bo Desteya Destpakiye û sîstema dadweriyê bê şandin ji bo sizayê berpirsan.

2.         Wezareta Karebê hate pabendkirin ku berî destpêkirina her werzekî, plana kar pêşkêşî parlamentoyê bike daku nirxandin jê re bê kirin.

3.         Çavdêrîkirineke giştî bo hemû girêbestên veberhênanê tê kirin (bi taybetî yên ku berjewendiya giştî an pîvanên teknîkî tê de nebûne), ligel girtina ber çavdêrên yasayî li dijî wan kes, alî û kompaniyên ku bûn sedema windakirina samana giştî.

4.         Handana bikaranîna wizeya rojê ya malan, bi şêweyekî ku Banka Navendî û bankên taybet bi qezencêke kêm an bê qezenc bi deynî bidin welatiyan, lê bi şêweyekî ku dema vegerandina deynî li ber çavan bigirin.

5.         Ji aliyê Wezareta karebê ve hêsankariya teknîkî û îdarî bê kirin ji bo armanca girêdana sîstema sûdwergirtina ji wizeya rojê bi torên giştî re.

6.         Pêkanîna lijneyeke taybet ji her yek ji lijneyên (darayî, kareb, plandanan, neft û veberhênanê) ji bo şopandina hûr a cîbicîkirina van raspartiyan.

7.         Pabendkirina Wezareta Neftê bi dabînkirina sotemeniya pêwîst ji bo xebitandina stasyonên hilberîna karebê, bi taybetî di vê qonaxê û werzên dijwar de.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket