Serokomar: Karê sivîl hêzeke niştimanî ye

Êraq 03:38 PM - 2026-07-27
Serokomar bi şanda Sivîl re civiya Ragihandina Serokomar

Serokomar bi şanda Sivîl re civiya

Serokkomarê Îraqî

Îro Duşemê 27ê tîrmeha 2026an, Serokomarê Iraqê Nizar Amêdî, li Koşka Sîlam a li Bexdayê, pêşwazî li şandeyeke nûneratiya hejmarek ji rêxistinên civaka sivîl kir.

Di hevdîtinê de behsa rastiya karê sivîl û wan derfetan hat kirin ku dibin sedema pêşxistina jîngeha wê û bilindkirina asta karê wê, her wiha behsa wan astengiyan hat kirin ku rûbirûyê rêxistinan dibin di encamdana peyama wan de û Serokomar tekez kir ku veberhênan di destpêşxeriyên civakî de, stûnên aramiya niştimanî diçespîne û demokrasiyê xurtir dike, her wiha wekî bingeheke sereke ji bo avakirina civakê û xurtkirina rola welat di çêkirina paşerojê de tê dîtin.

Her wiha Nizar Amêdî diyar jî kir, ku rêxistinên civaka sivîl roleke bingehîn dileyzin di geşkirina şiyanên niştimanî û pêşkêşkirina destpêşxeriyên curbicur û çespandina çanda berpirsiyariyê û karê hevpar de, û da xuyakirin ku Serokomariya Iraqê bi çavekî hêzeke niştimanî ya piştgir li karê sivîl dinêre ku beşdar e di zindîkirina ruhê destpêşxerî û bexşînê û kûrkirina nirxên hevkariya civakî û întimayê de.

Di hember de, endamên şandeyê, girîngîdan û piştgiriya Serokomar ji bo çalakiyên sivîl bilind nirxandin û tekez kirin ku avakirina hevpariyeke karîger di navbera saziyên dewletê û rêxistinên civaka sivîl de, pêngaveke girîng e ber bi berfirehkirina beşdariya civakî ve.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket