Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin

Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27
Derbaz Kosret Resûl û Adrian Eijgenstein Ragihandina Derbaz Kosret Resûl

Derbaz Kosret Resûl û Adrian Eijgenstein

YNK

Îro 27ê Tîrmeha 2026an, Endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û berpirsê mekteba peywendiyên derve Derbaz Kosret Resûl, li baregeha mekteba siyasî ya li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Qiraliyeta Holendayê li Herêma Kurdistanê 'Adrian Eijgenstein', kir.

Di hevdîtinê de, li ser pêşhatên dawî û pêgeha Herêma Kurdistanê di nava bûyerên navçeyê de, Derbaz Kosret Resûl helwêsta neguhêr a YNKê dubare kir ku bi tu awayî nebûne beşek ji şer û nabin beşek ji aloziyan.

Wî her wiha got: Alozî û rewşên dijwar ên navçeyê, yekîtî û yekrêziya aliyên siyasî xurtir dikin, ji ber ku tenê bi pêkve û yekdengiyê dikare bi baştirîn şêwe xizmeta gel bê kirin û em hêvîdar in ku parlemento û hikûmet bibin rengvedana wan bingehên sereke.

Di dawiya hevdîtinê de, Derbaz Kosret Resûl spasiyeke taybet û destxweşî arasteyî Qiraliyeta Holendayê kir li hemberî alîkariya berdewam a têkiliyên wan bi Herêmê re, bi armanca berdewamî pêdana bi hemahengiyan û berfirehkirina wan di pêşerojê de.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket