Parlementarek: Projeya Ronakî di serma û germa de kar nake

Kurdistan 11:05 AM - 2026-07-27
Projeya Ronakî PUKMEDIA

Projeya Ronakî

Projeya Ronakiya kolan, mal û cadeyên Herêma Kurdistanê tarî kiriye û welatî ji bihayê wê û ji kehrebeya wê jî nîgeran in, endamekî Parlamentoya Kurdistanê jî dibêje: Projeya Ronakî barê aborî yê li ser milê welatiyan bi giştî girantir kiriye û projeyê nikariye dawî bi mowelîdeyan bîne û di werzê serma û germayê de kar nake.

Rewez Ehmed Şa endamê fraksiyona YNK li Parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIAyê re ragihand: Beşekî zêde yê welatiyan bi hêviyekî gelekî mezin li bendê encamên Projeya Ronakiyê bûn, lê mixabin diyar bû ku pirsgirêk û kêmkasiyên wê diyar in di her du werzên herî girîng ên salê de , kehrebe nîne û asteng û pirsgirêkên mezin ji bo welatiyan çêkiriye.
Derbarê wê yekê de parlamenterê Yekîtiya Nîştimanî da zanîn: Sedem pir in, ya herî girîng mîqdara berhem û pêdiviya navxweyî ya Kurdistanê ye ku hêj negihîştine wê mîqdara berhemê ku pêdiviya navxweyî tijî bike, li gel wê yekê ku Hikûmeta Herêmê wê kehrebê berhemhatî difiroşe navçeyên din ên Îraqê û li gel wê yekê jî torên dabeşkirina kehrebê ne di asta pêwîst de ye û çaksaziya pêwîst tê de nehatiye kirin bi awayekê ku li gel kehrebeya 24 demjimêrî biguncê.

Welatiyên Herêma Kurdistanê ku ji aliyê wezareta kehrebê ve hatine neçarkirin ku di heyama 50 rojî de pereyên Ronakî û qerzê pêş ronakî jî bidin nîgeraninû dibêjin hikûmet kehrebê nade û bi 50 rojan mûçe dabaş nake fişar dixe ser me ku wê kehrebê li ser me bibrin.
Derbarê axaftina welatiyan ku dibêjin beriya projeya Ronakiyê kehrebe çêtir bû, Rewez Ehmed Şa got: Ew gotin di ciyê xwe de ye, got jî Ronakiyê ji bilî ku bi awayekî berdewam û bi awayên curbicur beşek ji navçeyan tarîtir kir, herwiha barê aborî yê ser milê welatiyan bi giştî girantir kiriye.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket