Asayîş û Wezareta Navxweyî: 8 hezar bikarhênerên maddeyên hişber hatine dermankirin
Kurdistan 12:20 PM - 2026-07-27
PUKMEDIA
konferansa rojnamevanî
Di confiranseke rojnamevanî ya Dezgeha Asayişa Herêmê û Wezareta Navxwe ya Îraqê
de, gelek amarên giring di derbarê madeyên hişber de hatin xistin ber çavan, ku
girtina madeyên hişber û girtina bazirganên madeyên hişber tê de heye, bi
armanca pêşîgirtina li belavbûna wan. rêveberê ragihandinê yê dijî madeyên
hişber a Îraqê ragihand ku zêdetirî 8 hezar bikarhênerên madeyên hişber hatine
çareserkirin û dermankirin.
Îro 27-7-2026an, Dezgeha Asayişa Herêmê û Wezareta Navxwe ya
Îraqê confiranseke rojnamevanî pêk anîn û di wê de Emîd Ebas Behadlî Berdevkê
Wezareta Navxwe ya Îraqê ragihand: Ji bo rûbirûbûna belaya madeyên hişber bi
ruhê yek tîmî em kar dikin û ti cudahî di navbera parêzgehan û dezgehên ewlehî
de nîne û me hevrêzî bi Dezgeha Asayişa Herêmê û Rêveberiya Giştî ya Asayişa
Silêmaniyê re kiriye.
Got jî di operasyonekê de me karîbû toreke navneteweyî ya
madeyên hişber bigirin ku axa Îraqê ji bo veguhastina madeyên hişber, ku tê de
38 kîlogram Krîstal di tekerên otomobîlan de hatibûn desteserkirin.
Wî di heman demê de da xuyakirin: Ji sala 2023an ve heta
niha 16 ton û 800 kîlogram madeyên hişber hatine desteserkirin û 380 biryarên
darvekirinê ji bo bazirganên madeyên hişber derketine, ligel 150 biryarên
girtinê yên heta hetayê, û herwiha me 190 biryarên girtinê yên navneteweyî ji
bo bazirganên madeyên hişber derxistine.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Îraqê da zanîn: Me 16 navendên
çareserkirina bikarhênerên madeyên hişber avakirine, ku tê de 9 hezar û 500 kes
bi armanca çareseriyê hatine wergirtin û zêdetirî 8 hezar bikarhênerên madeyên
hişber hatine çareserkirin û bi temamî ew derbas kirine.
Wî herwiha ragihand ku Îraq di asta welatên navçeyê de di
rêza yekem de ye di warê rûbirûbûna madeyên hişber de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsula Giştiya Mecaristanê re civiya
03:54 PM - 2026-07-27 -
Serokomar: Karê sivîl hêzeke niştimanî ye
03:38 PM - 2026-07-27 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi şêwirmenda leşkerî yê Holendayê re civiya
02:04 PM - 2026-07-27 -
Rifet Ebdula: Yekîtî bi lihevkirina hemû aliyan re ye
01:51 PM - 2026-07-27
zêdetir tamaşe bike
Perlemana Iraqê 7 biryarên li dijî gendeliyê derdixe
08:51 PM - 2026-07-27
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
08:35 PM - 2026-07-27
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
06:36 PM - 2026-07-27
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
05:42 PM - 2026-07-27
zortrin xwendraw
-
Asayîş û Wezareta Navxweyî: 8 hezar bikarhênerên maddeyên hişber hatine dermankirin
Kurdistan 12:20 PM - 2026-07-27 -
Hejmara 184`an ya heftaneya dîjîtal ya Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:20 AM - 2026-07-27 -
Pêvajoya Çaksaziya Pêşmerge û Çarenivîsa Piştgiriya Navneteweyî
Kurdistan 03:22 PM - 2026-07-27 -
Parlementarek: Projeya Ronakî di serma û germa de kar nake
Kurdistan 11:05 AM - 2026-07-27 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi şêwirmenda leşkerî yê Holendayê re civiya
Kurdistan 02:04 PM - 2026-07-27 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsula Giştiya Mecaristanê re civiya
Kurdistan 03:54 PM - 2026-07-27 -
Perlemana Iraqê 7 biryarên li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27


.jpg)
.jpg)


Aplîkêşin

