YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27
PUKMEDIA
Merasîma Vekirinê
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê, piştî 12e salan, wek
yekemîn hizba kurdî ku baregeha xwe li Gir Uzêr ya ser bi qeza Şingalê vekir.
Di merasîmeke taybet de bi amadebûna hejmareke zêde ji
kesayetî, rûsipî û serokên êlên deverê, û bi beşdariya şandeke Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), îro piştî sala 2014an, YNKê bû yekemîn hizba
kurdî ku karî baregeha xwe li Gir Uzêr ya ser bi qeza Şingalê veke.
Di merasîmê de, şanda YNKê pîrozbahiya vekirina vê baregehê
li gel û xelkê xweşewîst ê deverê kir û ragihand: Îro destkefteke mezin e ji bo
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ku karî baregeha xwe veke, em hêvîdar in piştî
12 salan ji vekirina vê baregehê, em bikarin xizmeta xelk û welatiyên vê deverê
û derdora wê bikin.
Gundê Gir Uzêr li qezaya Şingalê, li parêzgeha Neynewayê li
bakurê rojavayê Iraqê, li başûrê Çiyayê Şingalê cih digire û yek ji gundên Êzidî
yên girîng li herêmê tê hesibandin.
Hejmara niştecihên wê beriya bûyerên sala 2014an nêzîkî 18
hezar kes bûye, lêbelê piştî êrişa rêxistina DAIŞê bo ser Şingalê di meha
Tebaxa 2014an de, rastî koçberiyeke berfireh hat; ev yek bû sedema guhereke mezin
di hejmara niştecihên wê de ji ber koçberî, û niha vegera koçberan gav bi gav
destpê kiriye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsula Giştiya Mecaristanê re civiya
03:54 PM - 2026-07-27 -
Serokomar: Karê sivîl hêzeke niştimanî ye
03:38 PM - 2026-07-27 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi şêwirmenda leşkerî yê Holendayê re civiya
02:04 PM - 2026-07-27 -
Rifet Ebdula: Yekîtî bi lihevkirina hemû aliyan re ye
01:51 PM - 2026-07-27
zêdetir tamaşe bike
Perlemana Iraqê 7 biryarên li dijî gendeliyê derdixe
08:51 PM - 2026-07-27
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
08:35 PM - 2026-07-27
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
06:36 PM - 2026-07-27
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
05:42 PM - 2026-07-27
zortrin xwendraw
-
Hejmara 184`an ya heftaneya dîjîtal ya Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:20 AM - 2026-07-27 -
Asayîş û Wezareta Navxweyî: 8 hezar bikarhênerên maddeyên hişber hatine dermankirin
Kurdistan 12:20 PM - 2026-07-27 -
Pêvajoya Çaksaziya Pêşmerge û Çarenivîsa Piştgiriya Navneteweyî
Kurdistan 03:22 PM - 2026-07-27 -
Parlementarek: Projeya Ronakî di serma û germa de kar nake
Kurdistan 11:05 AM - 2026-07-27 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi şêwirmenda leşkerî yê Holendayê re civiya
Kurdistan 02:04 PM - 2026-07-27 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsula Giştiya Mecaristanê re civiya
Kurdistan 03:54 PM - 2026-07-27 -
Perlemana Iraqê 7 biryarên li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27


.jpg)
.jpg)

Aplîkêşin

