Tabloyeke kevin a şaredariya Qamîşlo dîrokeke nû ya bajêr vedibêje

Hevpeyvîn 03:37 PM - 2026-07-16
Avahiya Şaredariya Qamişlo KNWE

Avahiya Şaredariya Qamişlo

Rojavayê Kurdistanê

Di dema nûjenkirina avahiya şaredariya kevin a li Qamîşloyê de, tabloyeke dîrokî ya ku dîroka wê vedigere sala 1935an li pişt tabela şaredariyê, ku bi Erebî û Fransî MAIRE hatiye nivîsandin, hat dîtin.

Ev tabloy ji bo niştecihên bajêr xwedî girîngiyeke dîrokî ya taybetî ye ji ber ku ew serdemeke girîng di dîroka bajêr de di serdema kolonyalîzma Fransî de ronî dike. Nav di wê demê de di belgeyên fermî û avahiyên hikûmetê de dihat bikar anîn, bi taybetî dîroka damezrandina bajêr ji aliyê Fransiyan ve û rola wan di geşepêdana bajêr de.

Rayedarên wê demê yên Fransî li Rojavayê Kurdistanê endezyarekî Yewnanî anîn da ku plana damezrandin û avakirina bajarê Qamîşloyê di sala 1926an de bicîh bîne, paşê şaredariya Qamîşloyê di sala 1927an de û di destpêka damezrandina Komara Sûriyeyê de hat damezrandin.

Ev tablo belgeyeke dîrokî ye ji bo avakirina avahiya şaredariyê li Qamîşloyê di sala 1935an de, ku bi dagirkirina Fransa ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê re hevdem bû. Dîtina tabloyê belgeyeke hêja ye û agahdariyên nû li dîroka bajêr zêde dike. Ev qonaxeke girîng e di pêşveçûna îdarî ya Qamîşloyê de.

Di vê derbarê Hevşaredara Şaredariya Qamîşlo (Berîvan Omar), ji Kurdistanî Nwê re axivî û got: Ev Tablo li ser avahiya şaredariya kevin a Qamîşloyê berî çend salan hatibû dîtin, nemaze piştî vekişîna karmend û artêşa rejîma berê ya Sûriyeyê ji deverên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê di sala 2011an de, lê tabelayeke nû hatibû danîn û beşekî din lê tê zêdekirin bi wan guherînan tablo derket holê.

Berîvan Omar got: Ev tabloy li muzexaneyeke taybet li Qamîşloyê tê parastin ji ber ku ew beşek ji dîroka bajarê me ye û em ê wê biparêzin. Tablo vedigere sala 1935an, ku bi sala avakirina avahiya şaredariya Qamîşloyê re hevaheng e. Ew li pêşiya avahiyê ma, lê niha em ji bo şaredariya Qamîşloyê avahiyek nû ava dikin.

Bajarê Qamîşlo li bakur-rojhilatê Sûriyeyê li Rojavayê Kurdistanê ye, li ser sînorê Bakurê Kurdistanê, bi qasî 100 metreyan dûrî taxa berê ya Nsebînê ye, bajar wekî navendeke girîng a veguhastina navxweyî û navneteweyî kar dike, nemaze ji ber ku li ser rêya trênê ya bilez a rojhilat cih digire.

Di sala 1926an de, rayedarên Fransî pêşniyar kirin ku erdê li Qamîşloyê bêpere li kesên ku dikarin xanî an dikanan ava bikin were belavkirin. Ev fikir zû hate pejirandin û bû sedema koçberiya mirovan ji Nsebîn û Merdîn û deverên derdorê, her weha ji Heleb û bajar û gundên din ên kurdnişîn û Suryaniyan Sûriyeyê hatin Qamîşloyê.

Vedîtina tabloyek kevirî ya kevin li ser avahiya şaredariya Qamîşloyê ya kevin piştî rakirina tabloya nû, wekî delîlek berbiçav a dîroka mîmarî ya avahiyê, vedigere nêzîkî 90 sal berê, û navê kevin ê bajêr belge dike ku dibe ku di wê demê de hatibe bikar anîn.

Qamişlo mîna baxçeyek gulberojan e, bedewî û dilovaniya wê qet kêm nabe. Pirrengiya çandî û mirovên wê yên dilovan Qamîşlo kirine bajarê evînê û paytexta siyasî û çandî ya Rojavayê Kurdistanê. Qamîşlo wekî navenda rewşenbîr, helbestvan û hunermendan tê hesibandin,  hêmaya pêkvejiyanê û resenatiye, Qamişlo bi malbenda rewşenbîran, Helbestvan û hunermendan tê zanîn.

Piştî dagirkirina herêmên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Fransayê ve di salên 1920an de, xwestekeke Fransayê hebû ku mafên Kurdan di nav Sûriyeyê de bicîh bîne, ji ber vê yekê wan li ser damezrandina bajarê Qamîşlo li nêzîkî bajarê dîrokî Nesebînê fikirîn û ew li cihekî stratejîk bû. Heta sala 1956an, sînorê di navbera Qamîşlo û Nsebînê de îstasyoneke trênê bû. Welatiyên serxet û binxetê bi azadî di navbera her du bajaran de diçûn û dihatin.

PUKMEDIA/
Kurdistanî Nwê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket