Koma dawî ya koçberên Efrînê vegeriyan gundên xwe

Kurdistan 02:23 PM - 2026-07-16
Vegera Koçberên Efrînê ANHA

Vegera Koçberên Efrînê

Rojavayê Kurdistanê Koçber

Îro Pêcşeme 16/7/2026`an komeke din a koçberên Efrînê yên li bajarên Qamişlo, Heseskê û Dêrika Hemko vegeriyan warên xwe.

Cîgirê Ewlekariya Giştî ya Parêzgeha Hesekê Siyamend Efrîn û Endamê Tîma Serokatiya ya peymana 29`ê Çileyê Mistefa Ebdê bi karwanê re bû.

Mistefa Ebdê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku, ev beş karwanê dawî ya koçberên Efrînê ye ku zêdetirî hezar malbatin, rêkar û gavên ji bo destpêkirina pêvajoya vegera koçberên Serêkaniyê jî piştî rakirina mayînan wê pêk were.

Endamê Tîma Serokatiya ya cîbicîkirina peymana 29`ê Çileyê Mistefa Ebdê, da zanîn ku xebatên vekirina avê ya stasyona Elok dest pê kirin û destnîşan kir ku dadwerên Rêveberiya Xweser jî di çarçoveya peymanan çûne Şamê û bi Wezareta Dadwerî re hevdîtin pêk anîne. Ji bo vekirina saziyên nifûsê û paseportan di dema bê de jî xebatên wan hene.

Hêjayî gotinê ye ku karwana koçberên Efrînê wê îro êvarê bighîje herêma Efrînê.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket