Serok Bafil: Kurdistan lendika pêkvejiyanê û biratiya olan e

Kurdistan 10:54 PM - 2026-06-22
Serok Bafil û Patrîk Marpols Sêyem Nona Nûsîngeha Ragihandina Serok Bafil

Serok Bafil û Patrîk Marpols Sêyem Nona

Serok Bafil

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, li bajarê Silêmaniyê serdana Dêra Mar Yûsif kir û ji aliyê Serokê Dêra Keldaniyan li Iraq û Cîhanê Patrîk Marpolsê Sêyem Nona û Keşeyê Kerkûk û Silêmaniyê yê dêra Keldanan keşe Dr. Yûsif Toma ve hate pêşwazî kirin.

Di civînê de ku her yek ji heval Mehmûd Sengawî, Serokê Ajansa Parastin û Zanyarî/ Zanyarî Celal Şêx Nacî, Berpirsê Borda Civakî Ceza Seyîd Mecîd û endamê serokatiyê Pola Şehîd Sîrwan amade bûn, Serok  Bafil bi boneya destbikarbûna wî wek Serokê nû yê dêra Keldanî li Îraq û Cîhanê  pîrozbahiyên germ li Patrîk Marpolsê Sêyem Nona kir û bi xêrhatina wî kir bo hatina bajarê Silêmaniyê Serok Bafil got; Herêma Kurdistanê her tim beşek ji lendika pêkvejiyanê bûye.

 Serok Bafil Tekez jî kir û weha  berdewam kir û got: Em tekezî li ser kûrkirina giyanê biratiyê di navbera hemû ol û neteweyên cuda de dikin.

Her di wê civînê de, Bafil Celal Talebanî amadebûna temamî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê anî ziman ji bo piştîwankirin û serxistina erkên Patrîk Marpolsê Sêyem Nona.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket