Karwan Enwer: Fermana girtina du rojnamevanên Silêmaniyê siyasî û hizbî ye

Kurdistan 03:03 PM - 2026-06-22
Sekreterê şaxê Silêmaniyê yê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê Karwan Enwer PUKMEDIA

Sekreterê şaxê Silêmaniyê yê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê Karwan Enwer

Rojnamevanan

Sekreterê şaxê Silêmaniyê yê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê Karwan Enwer ragihand; Fermana girtina du rojnamevanên Silêmaniyê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve siyasî û hizbî ye.

Karwan Enwer ji PUKMEDIA re aşkere kir û got: Fermana girtina ku ji hêla Wezareta Navxweyî ve ji bo du rojnamevanan, Ehmed Necim û Bijar Debax, ji aliyê yasayî ve dibê aliyê gilîkar hebe lê di vê doze de diyar nîne. Her weha her kesek ji bo polîs an dadgehê were xwestin eger rojnamevan be li gorî yasaya rojnamevanî divê nûnerekî Sendîkeya Rojnamevanan digel de hebe di li cem lêkolînerê dadwerî li pêşiya dadwer, her weha xala sêyemîn jî ewe ku beriya fermana destgîrkirinê divê sê caran agahdarname bighê destê rojnamevanê daxwazkirî û eger cara sêyemîn ku rojnamevan neçû wê demê fermana girtinê bi vê awayê niha ji bo rojnamevan derdikeve, lê di vê dozê de tiştek ji van çênebûye.

Karwan Enwer lê zêde kir û got: Ev doz ne zelale, ne diyar e sedem çiye? Û wan çi kiriye? Heta ev biryar derneket ez wekû Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê li Silêmaniyê me nedizanî sedem çiye? Me yasaya karê rojnamevanî heye û ku di sala 2007an de ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye derxistin û ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye îmzekirin. Yasa di meriyetê de ye. Li Silêmaniyê dadgeheke me ya taybet ji bo rojnamevanan heye, her weha pisporên dadwerî hene ku dadgehê danîne û pisporin di karê rojnamevanî de û doze yekalî dikin.

Wî got jî: Dîtina me wehaye ku fermana destgîrkirinê bo van herdu rojnamevanan hatiye destkarî kirin û bi siyasî û hizbî hatiye kirin, ji ber ku Wezîrê Navxwe bi xwe jî dizane ev doza rojnamevanan li Herêma Kurdistanê bi vî awayî birêve naçe, ji ber vê em li bendê ne ku di rojên bê de niyeta li pişt vê biryarê zêdetir derkeve hole.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket