Qubad Talebanî: Çareseriyek bilez ji bo jîngeha Tancero bê dîtin

Kurdistan 02:27 PM - 2026-06-22
Wêneyê serdanê Nûsîngeha Ragihandina Qubad Talebanî

Wêneyê serdanê

Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî serdana Rêveberiya Jîngehê ya Silêmaniyê kir û bi rêveber û berpirsên rêveberiyê re civiya.

Di destpêka civîna îro (22/6/2026) de, Qubad Talebanî destxweşî li rêveber û karmendên rêveberiyê kir ku karûbarên welatiyan bi rêkûpêk pêk tînin û ji wan xwest ku hewl bidin ku danûstandin û karûbarên welatiyan hêsan bikin.

Di civînê de li ser pirsgirêka navçeya Tancero gotûbêj hat kirin, Qubad Talebanî got: Pirsgirêka Tancero ne tenê ji bo Silêmaniyê, belkû ji bo tevahiya Iraqê karesatek jîngehê ye, ji ber ku bi rêya qirêjiya ava çeman zirarê dide tenduristiyê li ser şêniyên gelek deverên din ên Iraqê jiber wê yekê ew mijarek nîştimanî ye û divê hikûmeta Îraqê beşdar be di çareserkirina vê pirsgirêkê de.

Di vê çarçoveyê de, Cîgirê Serokwezîr balkişand ser wê yekê jî ku ew ê di demek nêzîk de bi berpirsên payebilind ên Iraqê re hevdîtinan bike da ku pirsgirêkê ji kokê de çareser bike û hewl bide budceya pêwîst peyda bike.

Di beşek din a civînê de, derbarê çareseriyên lezgîn hatin gotûbêj kirin, di vî warî de, biryar hat dayîn ku li parêzgeha Silêmaniyê komîteyek taybetî ji aliyên peywendîdar were avakirin û komîte hat erkdarkirin ku di demek diyarkirî de hin çareseriyên bilez bicîh bîne.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket