Serokomar tekezî li xurtkirina peywendiyên navbera Îraq û Morîtanyayê kir

Êraq 03:42 PM - 2026-06-22
Serokomarê Îraqê û Balyozê Morîtanyayê Ragihandina Serokomarê Îraqê

Serokomarê Îraqê û Balyozê Morîtanyayê

Serokkomarê Êraqê

Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî ji bo destbikarbûna xwe peyamek pîrozbahiyê ji Serokomarê Morîtanyayê Mihemed Wild Şêx Xezwanî wergirt.

Peyama pîrozbahiyê ji aliyê balyozê Morîtanyayê li Îraqê Hesen Mihemed Eliyat ve roja Duşemê 22/6/2026 pêşkêşî Serokomar hat kirin.

Di heman demê de, Serokomarê Îraqê Nizar Amêdî silav û pêzanînên xwe bi rêya balyoz Eliyat ve ji Serokomarê Morîtanyayê re ragihand û pabendbûna Iraqê ya ji bo xurtkirina peywendiyên dualî bi Morîtanyayê re û pêşxistina perspektîfên hevkariya hevbeş di warên siyasî, aborî û çandî yên cûrbecûr de tekez kir, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar ên her du gelên bira bike, peywendiyên biratiyê xurt bike û hevrêziya di navbera her du welatan de bêtir pêş bixe.

Ji aliyê xwe ve, balyozê Morîtanyayê pabendbûna welatê xwe ya ji bo xurtkirina peywendiyên bi Iraqê re û berfirehkirina hevkariya hevbeş, bi awayekî ku daxwazên her du welatan û gelên bira bicîh bîne, dubare kir.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket