Pispor: Daketina nirxa dînar demkî ye û ji ber zêdebûna daxwaza dolar e

Kurdistan 12:07 PM - 2026-06-22
Dolar PUKMEDIA

Dolar

Aborî

Nirxa dînarê Îraqê li hember dolarê Amerîkî çend rojin li bazarên Herêmê ne li heve. Pispor ev yek bi çend faktorên aborî û siyasî ve girêdidin û li bendê ne ku bazar di nav çend rojên pêş de aram bibe.

Luqman Hesen xwediyê ofîseke guhertina diravî li bazara diravî ya Silêmaniyê, ji PUKMEDIA re got: Daketina nirxa dînarê Îraqê li hember dolarê Amerîkî normal e û ji ber zêdebûna daxwaza dolar û sînordarkirina dabînkirinê li bazarê ye, ku bûye sedema kêmbûna nirxa dînar.
Sedemeke din jî heye ku nakokiya di navbera Tehran û Waşîntonê, daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump û bilindbûna bihayên petrolê ye. Wî tekez kir ku rêjeya fermî ya dolar li Banka Navendî aram e, û zêdebûna daxwaza dolar sedema zêdebûna bihayê wê li bazaran e.

Luqman Hesen her wiha destnîşan kir: Di rojên dawî de, parêzgarê Banka Navendî ya Îraqê, Elî El-Elaq îstifa kir, ku bû sedema hin ne aramiyê. Dê demek bigire ku rewş vegere rewşa normal.
Xwediyê ofîsa guhertina pereyan wiha domand: Ez hêvî dikim ku di rojên pêş de nirxa dolar vegere asta xwe ya berê, ji ber ku li Iraqê şert û mercên nearam nînin ku tirsa ji zêdebûnek din an jî nevegera asta berê hebe.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket