Denîz Undav, waneyek ji ewên ku bêyî Kurdan winda kirine

Nêrîn 05:12 PM - 2026-06-22
Kejal Ehmed PUKMEDIA

Kejal Ehmed

Bakurê Kurdistanê

Denîz Undav, xortekî bedew ê ji Bakurê Kurdistanê, ku bi (Messi) re pêşbaziyê dike da ku dilê alîgiran qezenc bike, di Kûpaya Cîhanê ya îsal de êrîşkarekî Almanya ye û li bajarê Urfayê (Riha)yê ji dayik bûye, ew bajarê ku di Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê de ye.

Denîz Undav ji bilî ku yekem lîstikvane di heman demê ew keseye ku govenda Kurdî bibe nava qada mondiyalê û li lîstikvanê yekemîne ku di du lîstikên mondiyala Kûpaya Cîhanê de pênc gol avêtine.

Wî rojek ji rojan daxwaza Tirkiyeyê ya lîstina ji bo tîma fûtbolê ya Tirkiyeyê red kiriye û hilbijartiye ku ji bo welatê ku wî û malbata wî li sirgûnê hembêz kiriye bilîze. Her ev helweste bû sedema dawiya sala 2023an, serokê partiyeke Tirkiyê daxwaza standina nasnameye Tirkiyê ji Denîz Undav kiriye di encamê de çi bû, çi rûda? Lîstikvanê Kurd dev ji pêşketinê bernedaye û gihîştiye hewesa xwe ya ku bibe lîstikvanekî cîhanî yê rêzdar û bidest jî xistiye.

Ev lîstikvanê ciwan ne tenê kariye bibe çavkaniya şahî û serbilindiyê ji bo Kurdên li Kurdistanê û tevahiya cîhanê, belkû di heman demê de kariye yaneya Almanî ji têkçûna li hember hevrikên xwe di Kûpaya Cîhanê ya îsal de biparêze.

Ezê duayek bikim ku hûn hemî bibêjin Amîn, hêviya min ji xwedê ewe ku destê partî negihêje wî û cemedana sor nedin serê wî, da ku ew stêrk û hezkiriyê hemû Kurdan bimîne. Pêdiviya me bi wê yekê heye dahêner û jêhatîyên me bibin markayên cîhanî û mohra resen a Kurdbûnê li ser wan hebe.

Pêwîstiya me bi lingên golker ên zêrîn yê vî lîstikvanî heye ji bo tomarkirina golan û pêwîstiya me bi milên wî ye ku şahiya xelkê bakûrê welatê me cîhan matmayî hêştiye.

Ji kerema xwe bila sembol xweşik bimînin û bi mulk kirina wan wan bêrûmet nekin, ji ber ku reftarên xwzayî yê vî lîstikvanê navneteweyî yê Kurd siyaseta me ya herî rast nîşanî cîhanê dide û dibêje: Kî dilê Kurdan qezenc neke winda kiriye, çawa ku tîma Tirkiyeyê winda kir û bi girî ji Kûpaya Cîhanê derket.

Lê tîma Almanî ya ku Denîz hembêz kir bi serkeftî li qadê ma û stêrk û lehengek Kurd bi tevahiya cîhanê da nasîn. Waneya Denîz Undav ne tenê werzîşî ye, lê di heman demê de siyasî ye jî. Ji xwe werzîş bi xwe beşek ji siyasetê ye û gelek pend jê têne girtin.

Werzîş hêza nerm a cîhanê ye ji bo xwenasandinê û hevrikî û xwe sepandinê, derfeteke ku meriv xwe bêyî bikaranîna çekan û şer îspat bike, kêf û bidestxistina armancan, serkeftin û danana bi têkçûnê ji taybetmendiyên berbiçav ên lîstikan in. Werin em bi rêya werzîşê ji cîhanê re bibêjin: Kî ne bi Kurdan re be winda kiriye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket