Sîpan Îbrahîm; Buyera Berlînê dûre ji axlaqê mirovahiyê
kurdistani 05:38 PM - 2016-12-27
Nûnerê Rojavay Kurdistanê Sîpan Îbrahîm
Polîsên Almaniya yê, 7 tawanbarên ku xwestin kesekî bişewtînin girtin.
Îro roja sêşemê 27-12-2016`an, li welatê Almaniya yê, 7 tawanbarên ku xwestin kesekî hejar û bê mal bişewtînin, ji aliyê polîsên Almanya yê ve, hatin girtin û belgeh bi vîdo û kamîra jî hene ku ew çawa hewil didin wî mirovî di Metroyê de, bi zindî bişewtînin.
Di wê barê de, nûnerê Rojavayê Kurdistanê li Berlînê, rêzdar Sîpan Îbrahîm ji PUKmedia`yê re ragihand; Ku ew wek pêwîst bi zelalî li ser wê buyerê nizan in, lê lêkolîn di wê kiryarê de, ji aliyê polîsan ve berdewam e.
Nûnerê Xweseriya Demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê, di daxuyaniya xwe ya taybet ji PUKmedia`yê re aşkire kir ku ew tawanê ku 7 kesan xwestin mirovekî bêkes û bêmal bişewtînin, bi kamîre û vîdyo hatiye girtin di hundirî Metroyê de ew tawan encam dane.
Îbrahîm dazanîn ku ew wek nûneretiya Rojavayê Kurdistanê, bi tundî wê buyera qirêj şermezar dikin û kiryerekî dûrî axlaqê mirovahiyê ye.Ev tawana yekek ji tawanên ku li dijî xelkên sivîl ên Amanî pêkhatine û ji giştikan girîngktir ew buyera hefteya borî ku bi kamyonê xelkên sivîl bin teker kirin, di encamê de, 12 kes bûne qurbanî û jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 40 kesên din jî birîndar bûn.
Îbrahîm di barê temenên wan tawanbarên ku xwestine kesekî bişetînin de, got;" Ew tawanbarên şewtandina wî kesê bêmal û bêkes ji 15 salî heya 21 saliyê ne, 6 ji wan Sûrî ne û 1 jî xelkê Lîbiyayê ye." Her weha rêzdar Sîpan Îbrahîm di dawiya şiroveyên xwe de wiha axivî; Tirsa gelê Almanî ji berferehbûna kiryarên terorîstî di demên pêş de, li Almaniyayê heye. Û hestên wan bi giştî ne lihev û aram in.
PUKmedia-Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
SOMO: Hinardekirina petrola Kerkukê gihîştiye heft milyon bermîl
03:54 PM - 2026-06-23 -
Li Helebce nexweşxaneya Ruqiye dê were avakirin
02:24 PM - 2026-06-23 -
Li Herêma Kurdistanê nirxê benzînê berdewam bilind dibe
12:23 PM - 2026-06-23 -
Tehran û Waşêntonê piştî danûstandinên li Swîsreyê 4 komên xebatê ava kirin
10:08 AM - 2026-06-23
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 06:27 PM - 2026-06-23 Qubad Talebanî: Derfetên mezin ji bo pêşxistina geştiyariyê li Herêmê hene
Qubad Talebanî: Herêm û Îraq hevkarbin ji bo geşepêdana aboriya welat
05:16 PM - 2026-06-23
Trump razîbûna Îranê ji bo pişkinîna atomî radigihîne û Tehran jî red dike
04:41 PM - 2026-06-23
Xebata jineke serkirde ji bo çar perçeyên Kurdistanê
03:16 PM - 2026-06-23
Serok Bafil geşedanên siyasî bi mamoste Selahedîn Mihemed Behaedîn re gotûbêj dike
12:14 PM - 2026-06-23
zortrin xwendraw
-
Denîz Undav, waneyek ji ewên ku bêyî Kurdan winda kirine
Nêrîn 05:12 PM - 2026-06-22 -
Wezîrê Xwendina Bilind: Divê bîngeha serbixweyiya zanîngehan biafirînin
Kurdistan 05:58 PM - 2026-06-22 -
Tehran û Waşêntonê piştî danûstandinên li Swîsreyê 4 komên xebatê ava kirin
Cîhan 10:08 AM - 2026-06-23 -
Banka Navendî: Sizayên dolar li ser hin bankayên Îraqî tê rakirin
Êraq 08:50 PM - 2026-06-22 -
Serok Bafil: Kurdistan lendika pêkvejiyanê û biratiya olan e
Kurdistan 10:54 PM - 2026-06-22 -
Serok Bafil geşedanên siyasî bi mamoste Selahedîn Mihemed Behaedîn re gotûbêj dike
Kurdistan 12:14 PM - 2026-06-23 -
Xebata jineke serkirde ji bo çar perçeyên Kurdistanê
Kurdistan 03:16 PM - 2026-06-23 -
SOMO: Hinardekirina petrola Kerkukê gihîştiye heft milyon bermîl
Êraq 03:54 PM - 2026-06-23






Aplîkêşin

