Qubad Talebanî: Herêm û Îraq hevkarbin ji bo geşepêdana aboriya welat

Kurdistan 05:16 PM - 2026-06-23
Civîna Qubad Talebanî û Balyozê Rûsyayê Ragihandina Qubad Talebanî

Civîna Qubad Talebanî û Balyozê Rûsyayê

Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Balyozê Rûsyayê li Îraqê (Elbrus Kutrashev) kir û li ser çend mijarên girîng ên hevbeş nêrînên xwe parve kirin.

Di civînê de ku îro roja Sêşemê (23/6/2026) bi amadebûna Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê (Maxim Robin) pêk hat têde pêşketinên dawî yên li herêmê hatin gotûbêj kirin.

Herdu aliyan hêvî kirin ku têgihîştina di navbera Amerîka û Îranê de ji bo her du aliyan û herêmê bibe sedema encamek dilxwaz û baş.

Mijareke din a ku hat gotûbêj kirin pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bûn. Di vî warî de, Cîgirê Serokwezîr, behsa avakirina hikûmeta nû ya Îraqê kir û tekez kir ku qonaxek nû li Îraqê derketiye holê û divê hem Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hem jî Bexda di vê qonaxê de bikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin, divê ew bi hev re hevkariyê bikin da ku aboriya Îraqê pêş bixin û şert û mercên jiyana welatiyan baştir bikin.

Qubad Talebanî diyar jî kir ku; Îraqê gavên baş ber bi serxwebûna siyasî ve avêtiye û divê hemî alî piştgiriyê bidin hikûmeta nû da ku Îraq baştir bikare xwe ji nakokiyên herêmî û navdewletî biparêzin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket