Xebata jineke serkirde ji bo çar perçeyên Kurdistanê

Kurdistan 03:16 PM - 2026-06-23
Belgefîlma Dade li Norwêc taybet

Belgefîlma Dade li Norwêc

Hêro Xan

Belgefîlma "Dade" li Norwêcê hate nîşandan û çendîn tekoşerên dêrîn ên Kurd hatin xelatkirin.

Li Oslo paytexta Norwêcê bi amadebûna endamê serkirdayetiyê û berpirsê navenda derve ya YNKê Salar Mehmûd û hejmarek kesayetî û nûnerên hizb û aliyên Norwêcî û Kurdistanî û Kurdên diyasporaya li Norwêcê, belgefîlma destana veşartî ya jineke tekoşer bi navê (Dade) hat nimayîş kirin.

Di merasîmê de berpirsê navenda derve yê YNKê di axaftina xwe de behsa rol û têkoşîna Xanim (Hêro Îbrahîm Ehmed) di karwanê têkoşîna siyasî, Pêşmerge, medyayî, mirovî û çandî de kir.

Salar Mehmûd ragihand: Têkoşîna (Hêro Xan) ji bo her çar perçeyên Kurdistanê bû, ji ber vê yekê hemû deng û reng bi coş amade ne ku pêşwaziya belgefîlm û ew dîroka geş a jina pêşeng û rêbera Kurdistanê bikin.

Berî nîşandana fîlmê jî, xelatên rêzgirtinê bi ser çend jinên tekoşer ên dêrîn û xizmên şehîdan hatin belavkirin.

PUKMEDIA/Kurdistanî Nwê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket