Qubad Talebanî: Derfetên mezin ji bo pêşxistina geştiyariyê li Herêmê hene

Kurdistan 06:27 PM - 2026-06-23
Beşek ji civînê Ragihandina Qubad Talebanî

Beşek ji civînê

Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bi amadebûna Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê Sasan Ewnî û Seroka Desteya Geştûguzarê Jiwan Sabîr bi stafa rêveberiya desteya geştûguzarê ya Herêmê re civiya.

Di destpêka civînê de, ku roja Sêşemê (23/6/2026) birêveçû, Cîgirê Serokwezîr spasiya sroka berê ya desteya geştûguzariyê Emel Celal kir, ku xwedî dîdgehek zelal bû û di demê erkên xwe de gavên pir girîng ji bo pêşxistina sektora geştûguzariyê avêtibûn.

Her weha Cîgirê Serokwezîr pîrozbahî li seroka nû ya desteyê Jiwan Sabîr jî kir û serkeftin jê re xwest û amadebûna xwe ji bo her cûre piştgirî û alîkariyê ji bo pêşxistina bêtir a sektora geştûguzariyê li herêmê anî ziman.

Di civînê de rewşa sektora geştûguzariyê li Herêma Kurdistanê hat gotûbêj kirin. Qubad Talebanî got ku derfetên mezin ji bo pêşxistina vê sektorê li Herêma Kurdistanê hene û diyar jî kir ku di çarçoveya siyaseta cihêrengkirina çavkaniyên dahatê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê armanc dike ku bi sektora taybet re bixebite daku sektora geştûguzarê bibe yek ji çavkaniyên herî serekî yên dahatê .

Cîgirê Serokwezîr daxwaza avakirina mekanîzmayeke guncaw kir ji bo Wezareta Şaredariyan û Desteya Geştiyariyê û sektora taybet û hemû aliyên peywendîdar da ku bi hev re hevkariyê û hevrêziyê bikin da ku vê sektorê pêşve bibin û sektora taybet han bidin ku bêtir veberhênanê di geştiyariyê de bikin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket