Malikî: Dem hatiye ku Feloce ji Qaîdê bê rizgarkirin

kurdistani 11:07 AM - 2014-01-23
Nurî Malikî

Nurî Malikî

Serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî teqez li ser berdewamkirina operasyonê leşkerî yên li Rumadiyê kir taku rêxistina Qaîdê li wê qezayê bête tunekirinê, her weha daxwaz ji xelkê Feloceyê û hozên wê kir ku xwe jibo wê operasyona berfereh re amade bikin.
Malikî ragihandiye operasyonên li Enbarê bi serkeftî beerdewam dikin û di gotara xwe ya heftane de got: Xelkê Felocê û hemû hoz û eşîretên wê xwe jib o operasyonên berfereh amade bikin daku ji hemû ew kesên ku rumeta gel binpê dikin xilas bibin.
Malikî teqez kir û got: Dem hatiye ku ew bajar ji hemû komên terrorist bêne rizgar kirinê û xelkê wê ji şerên wan bêne parastinê.

PUKmedia/Bexdad

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket