Pakistan:Peymana Amerîka-Îranê demeke nêzîk dê temam bibe

Cîhan 03:14 PM - 2026-06-13
 Şahbaz Şerîf, Serokwezîrê Pakistanê AFP

Şahbaz Şerîf, Serokwezîrê Pakistanê

Serokwezîrê Pakistanê Newaz Şerîf ragihand ku tê payîn ku peymana Amerîka-Îranê di 24 demjimêrên bê de were îmzekirin.

Serokwezîr Şehbaz Şerîf, di postek li ser Platforma X de belav kiriye ragihand ku,piştî temamkirina rêkarên Rêkeftina Aştiyê di navbera Îran û Amerîka de Pakistan amadekariyan ji bo îmzekirina Elektronî di navbera wan de dike.

Her weha dibêje:Piştî rêkeftinê, hefteya bê dê danûstandinên teknîkî werin lidarxistin.

Di dawiyê de, serokwezîr tekez kir ku ev peyman dê ji bo aştiyê dîrokî be û dê bibe bingehek xurt ji bo aştiyek mayînde.

Ev di demekê de ye ku piştî 39 rojên şer, berpirsên payebilind yên Amerîkî û Îranî di 11ê Nîsana 2026an de ji bo danûstandinan ji bo bidawîanîna pevçûnê gihîştin Îslam Abadê, lê Tehranê guman li ser danûstandinan kir û got:Ew bêyî sozên berê yên li ser Lubnanê û rakirina sizayan nikarin berdewam bin, ji ber vê yekê danûstandin roja din bi ser neketin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket