Navnivîsa ji bo vegera penaberên Girê Spî dest pê kir

Kurdistan 06:28 PM - 2026-06-13
 Vegera penaberên Sûriyê Rewangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan

Vegera penaberên Sûriyê

Rojavayê Kurdistanê

Rêxistina Rewangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku, Rêveberiya Xweser derî ji bo wan welatiyan vekiriye ku navên xwe tomar bikin,ku ji ber şerên li bajarê Girê Spî û gundên derdorê ji cih û warên xwe bibûn,ev jî wek amadekariya vegera wan ji bo malên xwe bi karwanek rêkxistî û aştiyane ye.

Li gorî Rewangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan pêvajo bi riya ofîsên Desteya cîbicîkar ya ser bi rêveberiya xweser li her du bajarên Qamişlo û Kobanê bi rêve diçe, û niştecihên bajarê Girê Spî û nêzîkî 30 gundên li rojavayê wî bajarî digire nav xwe, di nav wan de penaberên Kurd yên ji Girê Spî, Reqa û Tebqa jî hene û biryare jî vegerandina koçberan tê pilankirin ku di çend qonaxan de were cî bi cî kirin.

Hevdem,piştî temamkirina rêkarên pêwîst û hemahengiya bi aliyên peywendîdar re ji bo parastina maf û milkê wan, di çarçoveya bernameya vegera ya dildarî de,alîkariya darayî ji van malbatan re tê peyda kirin ku navên xwe tomar dikin, daku bên handan ji bo vegerin cih û warên xwe.

Ev pêngav piştî derbazbûna nêzîkî 6 salan li ser koçberî û êşa bi hezaran malbatên li herêmê tê, ku koçberbûna wan ya bi komî hatibû kirin, vedigere bo heyva Cotmeh ya sala 2019 an.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket