Beqayî:Peymana Îslam Abadê pirs Etomî têde nîne

Cîhan 05:11 PM - 2026-06-13
Îsmayîl Beqayî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ajans Êrana

Îsmayîl Beqayî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê

Îran

Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku yadeşta têgihîştinê ya ku niha li Îslam Abadê tê danûstandin tenê li ser bi dawîkirina şer e û di vê qonaxê de ti mijarên têkildarî etomî navokî nagire nav xwe, her wiha wî got:Peyman dê di rojên pêş de were îmzekirin.

Îsmayîl Beqayî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ragihan ku yadeştnameya têgihîştinê dê li Îslam Abadê were îmzekirin,ew tenê tekezî li ser bi dawîanîna şer dike û di vê qonaxê de biryar hatiye dayîn ku li ser pirs Etomî gotûbêj neyên kirin.

Derbarêd ema îmzekirinê jî Beqayî got:Divê em li bendê bimînin, her çend sibê neyê îmzekirin jî, lê, egera wê heye ku ev pêngav di rojên pêş de werin avêtin.

Berdevkê wezaretê amaje bi wê yekê kir ku ji ber bê aramiya aliyê din di helwestên xwe de, pêwîst e em di her daxuyanî yan şîroveyên li ser vê pêvajoyê de baldar bin.

PUKMEDIA



zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket