YNK beşdarî kongreya Partiya Pêşverû ya Holendayê kir

Kurdistan 10:51 PM - 2026-06-13
Wêneyê Kongirê taybet

Wêneyê Kongirê

YNK

Şandeyeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku ji Bextiyar Bekir û Şaxewan Salih Mîrza pêkhatibû, ku nûnertiya YNKê dikin, li ser vexwendina taybet a Partiya Kar a Holendayê, îro 13/6/2026 li bajarê Denbosch beşdarî kongreya damezrandina Partiya Pêşverû ya Holendayê ya ku hevpîşeyên wan ên Holendî organîze kirine bûn û brûske û pîrozbahî û peyama  YNKê gîhandin kongireyê û çendîn hevdîtin encamdan.

Di peywendiyeke taybet de, Bextiyar Bekir got: Ev kongre ji kongre û konferansên din cuda ye, dê di dîrokê de bimîne, ji ber ku kongreya yekbûna du partiyên sereke yên siyasî û xwedî dîrokek dirêj a hikumranî  û opozisyonê ye ku ji (pafrtiyaKar- Sosyal Demokrata Holenda) û Partiya Çep a Kesk) pêktên. Piştî yekbûna fraksiyonên xwe di salên dawî de û beşdarbûna di hilbijartinên dawî de, her du partiyan biryar dan ku bibin yek û têkoşîna xwe ya siyasî û parlamentoyê di bin heman nav û sîwanê de (Partiya Pêşverû ya Holendayê) bidomînin.

Got jî: Hêjayî gotinê ye ku di anketên pêbawer û rast de li Holendayê, ev partiya nû ji hemî partiyan pêş de ye û eger hilbijartinên pêşwext niha werin lidarxistin, ew dikarin herî zêde kursiyan di parlamentoyê de bi dest bixin.

Bextiyar Bekir di axaftina xwe de bal kişand ser pêşeroja xebata hevbeş a di navbera YNKê û partiya nû de û got: Ji ber ku YNK partiya deste xwişk a Partiya Kar bûye û partiya nû dê şûna Partiya Kar bigire, biryar dane di forumên cîhanî de ku Yekîtî jî têde endame, xebatên xwe bidomînin wek du partiyên Sosyal Demokrat ên pêşverû  û xebata wan jî berferehtir dibe.

BextyarBekir tekez jî kir got; Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pîrozbahiya ragihandina damezrandina (Partiya Pêşverû ya Holandayê) kir û bê guman em ê di demek nêzîk de bi hev re xebat û projeyên hevbeş pêk bînin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket