Grûpên çekdar zeviyên Kurdan li hin deverên Efrînê desteser dikin

Kurdistan 03:58 PM - 2026-06-13
Bajrê Efrînê Rewangeha Sûrî bo Mafên Miroavan

Bajrê Efrînê

Rojavayê Kurdistanê

Çavkaniyên ji Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan li gundewarê Efrîn ragihandin ku kesên ku berê di komîteyên aborî yên girêdayî komên "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê" yên ku ji aliyê Turkiyê ve têne piştgirîkirin de kar dikin, li gundê Çeqmeq ya Mezin li navçeya Raco ya gundewarê Efrînê, zeviyê çandiniyê yê ku bi darên Zeytûnê hatibû çandin, desteser kirin.

Li gorî çavkaniyan, zeviyên gundiyan bi behaneya ku xwediyên wan di tomarên fermî yên zeviyan de tomar ne kirine, hatine desteserkirin,li ser van herêman xebata cotkirin û veberhênanê dest pê kir, digel dabînkirina makîne û alavên çandiniyê ji bo îstîsmarkirinê.

Van pêşketinan di nav gundiyan de alozî û nerazîbûn derxistiye holê, yên ku tiştê diqewime wekî destdirêjiyeke li ser milkên wan yên çandiniyê dibînin,ew hişyar dikin ku berdewamiya bûyerên bi vî rengî dê bandorek neyînî li ser aramiya herêmî bike, tirsa niştecihan û kesên koçber kûrtir bike, û di nebûna garantiyên yasayî yên ji bo parastina mafên milkê û pêşîgirtina li nakokiyên milkê de, ji bo her axaftina li ser vegera ewle û dilxwaz astengiyek çêbike.

Şêniyên wê deverê bang li rayedarên peywendîdar yên rêveberiya herêma Efrîn kirin ku bi lezgînî destêwerdanê bikin daku van kiryaran rawestînin, mafên xwediyên wan vegerînin û dawî li desteserkirina dubare ya zeviyên çandiniyê yên li herêmê bînin.

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket