Bihayê petrolê zêdetir daket

Aborî 09:59 AM - 2026-06-23
petrol PUKMEDIA

petrol

Îro 23ê Hezîrana 2026an, bihayê petrolê li bazarên cîhanê kêmbûneke zêdetir bi xwe ve dît, bi vî awayî bihayê bermîleka petrola birênt bi 76.83 dolaran û bermîleka petrola xav a Teksasê bi 72.95 dolaran tê firotin. Sedema vê yekê jî ji bo rêkeftina aştiyê û hinardekirina zêdetir a petrolê ji aliyê Îraq, Kuwêt û Îmaratê ve tê vegerandin.

Li gorî malpera (Oil Price), bihayê bermîleka petrola Brênt bi rêjeya 1.37% daket û bermîleka petrolê bi 76 dolar û 83 sentan hat firotin, bi vî rengî dolarek û heft sentan daket.
Hevdem, bihayê bermîleka nefta Teksasê bi rêjeya 1.23% daket û bermîleka bi 72 dolar û 95 sentan tê firotin.
Sedema daketina bihayê petrolê ji bo rêkeftina aştiyê ya di navbera Amerîka û Îranê de tê vegerandin، ku Tengava Hormiz dê vekirî be û ambargoya li ser firotina nefta Îranê jî hatiye rakirin، ku wî welatî heta niha zêdetirî 25 mîlyon bermîl petrol li derveyî xeta ambargoya Amerîkayê hinarde kiriye. Ev ji bilî ku Îraq di plana xwe de ye rêjeya berhemandina neftê di rojekê de ji bo 4.3 mîlyon bermîlan bilind bike, hevdem Îmarat û Kuwêtê jî hefteya borî nefteke zêdetir hinarde kirine.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket