Hinardekirina petrola Îraqê bi riya Tirkiyeyê tê ragirtin

Kurdistan 05:33 PM - 2026-06-17
Zeviyên petrolê yên Îraqê Ajans

Zeviyên petrolê yên Îraqê

Îraq Petrol

Tirkiyê red dike ku peymana xwe ya boriya petrolê ya bi Îraqê re ji bo salek din dirêj bike,Pisporekî petrolê dibêje:Îraq û Herêma Kurdistanê dê meha bê hinardekirina petrolê bi riya Tirkiyeyê rawestînin.

Dr.Behcet Ehmed, pisporê petrol û wuzeyê, ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand ku, Hikûmeta Tirkiyeyê di bin şert û mercên heyî de red kir ku peymana boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyeyê ji bo salek din dirêj bike, Hikûmeta Tirkiyê red kir ku di bin mercên heyî de peymana boriya petrolê ya Îraq-Tirkiye ji bo salek din dirêj bike.

Wî her wiha got:Hinardekirina petrolê ji Îraq û Herêma Kurdistanê bi riya Tirkiyeyê dê ji dawiya Tîrmehê pê ve were rawestandin.

Ev yek jî di demekê de ye ku; Îraqê ji ber rageşiyê û êrîşên Amerîka û Îsraîl yên li ser Îranê, hinardekirina petrolê ji Tengava Hurmuz rawestand û pêştir Wezareta Petrolê ya Îraqê ji nû ve dest bi hinardekirina petrolê bo cîhanê bi riya vê boriyê kir..

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket