Qubad Talebanî û Balyozê Brîtanya:Divê kelemên li pêş avakirina hikûmetê bên rakirin

Kurdistan 08:20 PM - 2026-06-16
Qubad Talebanî û Îrfan Sadiq, Balyozê Brîtanya li Îraqê Ragihandina Cîgirê Serokwezîr

Qubad Talebanî û Îrfan Sadiq, Balyozê Brîtanya li Îraqê

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî Cîgirê serokwezîr pêşwazî li balyozê Brîtanya yê li Îraqê Îrfan Sadiq kir û di cîvîna navbera xwe de çend mijarên girîng yên hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Di destpêka civîna ku îro roja Sêşemê (16/06/2026)an bi amadebûna Andrew Beasley, Konsulê Giştî yê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê bi rêve çû, Qubad Talebanî pîrozbahî li Balyozê Brîtanî kir ji bo serdana wî ya Laleş û El qûşê û agahdarbûna ji rewşa jiyana welatiyên Êzdî û Xiristiyan yên li herêmê.

Piştre,herdu alî li ser pêwîstiya piştgiriya hikûmeta nû ya Îraqê li hev kirin û tekez li ser pêwîstiya zêdekirina hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de di vê qonaxê de kirin.

Her wiha bi pêwîst hat dîtin ku her du hikûmet ji bo pêşxistina aboriya Îraqê û baştirkirina mercên jiyana welatiyan hevkariyê bikin û hevahengiyê bikin.

Di tewrek din ya civînê de behsa rewşa herêmê hate kirin, û bi girîngî behsa peymana di navbera Amerîkayê û Îranê de hate kirin.

Herdu alî li hev kirin ku ev peyman derfeteke girîng e ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera herdu welatan de û dê bandorek mezin li ser ewlehî û aramiya tevahiya herêmê bike.

Di beşek din ya civînê de, her du aliyan li ser rewşa siyasî navxwe ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û tekezî li ser pêwîstiya destpêkirina danûstandinan û rakirina astengiyên li pêşiya avakirina hikûmetê hate kirin.

Her di vê çarçoveyê de, Qubad Talebanî behsa hevdîtina duh bi Tom Barack, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka yê ji bo Îraq û Sûriyê re kir û ew wekî hevdîtinek berhemdar bi nav kir û têde Serokê YNKê siyaset û helwesta YNKê ya derbarê avakirina hikûmeta nû ji nûnerê Amerîkî re zelal kiriye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket