Serokomar: Emê bi dîdgeha Mam Celal rûbirûyê pirsgirêkan bibin

Êraq 04:00 PM - 2026-06-16
Serdana Serokomar Ragihandina Serokomar

Serdana Serokomar

Serokkomarê Êraqê

Serokomrê Îraqê Nizar Amêdî roja Sêşemê 16ê Hezîrana 2026an serdana Navenda Saziya Serok Celal Talebanî li Bexdayê kir û ji aliyê Serokê saziyê, Balyoz Mihemed Sabir û çend endaman ve hat pêşwazîkirin, Serokomar vekirina baregeha saziyê li paytextê li wan pîroz kir û ji wan re serkeftinên berdewam di mîsyona wan a mirovî û neteweyî de xwest.

Di hevdîtina di navbera Serokomar û endamên saziyê de, ku Wezîrê Dadê Xalid Şiwanî jî beşdar bû, çalakî û bernameyên wê yên di warên çandî, civakî û mirovî de hatin nirxandin û perspektîfên hevkariyê ji bo piştgiriya destpêşxeriyên ku xizmeta welatiyan dikin hatin nîqaşkirin.

Serokomar her wiha destnîşan kir ku Saziya Serok Celal Talebanî dirêjkirina mîrateyek neteweyî temsîl dike ku şopek girîng li ser jiyana siyasî ya Iraqê hiştiye, û girîngiya hewldanên berdewam ji bo pêşxistina çanda diyalog û têgihîştinê û piştgiriya aramiya neteweyî û hevkariyê tekez kir.

Her weha Serokomar dupat jî kir ku prensîb û dîdgehên ku Mam Celal pê bawer dikir, dê ji bo me wekî çirayek rêber bimînin di têkoşîna li dijî alingariyan û pirsgirêkan û anîna ramanan di navbera hêzên siyasî de û yekkirina hewldanan de, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên welêt bikin.

Ji aliyê xwe ve, serok û endamên saziyê spasiya xwe ji bo sardana Serokomar Nizar Amêdî anîn ziman, wan tekezî li ser pabendbûna berdewam a saziyê ji bo parastina arşîva Mam Celalê nemir kirin. Ji bilî pêkanîna bername û destpêşxeriyên ku armanca wan xizmetkirina civakê ne û piştgirîkirina hemî hewildanên ku hevkarî û nêzîkbûna di navbera kurên gelê Iraqê de pêş dixin, kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket