Ji ber derza li Afrîka parzemîn dibe du parçe

Cîhan 03:47 PM - 2026-06-17
En Son Haber PUKMEDIA

En Son Haber

Cîhanî

Zanyaran ragihandin ku parzemîna Afrîkayê ji ya ku tê çaverêkirin pir zûtir ji hev di qete,derza mezin ya 56 kîlometre dirêj, ku cara yekem di sala 2005an de li Etiyopya derket holê, bi lez berfireh dibe.

Li gorî zanyaran, lerizînek mîna lêdana dil ku ji kûrahiya binê rûyê erdê li peravên Etiyopya derdikeve, hêdî hêdî parzemîna Afrîkayê dike du parçe.

Ev pêvajo dê di dawiyê de okyanûsek biafirîne ku dê ji şeş welatên Afrîkî re xetên peravê yên nû peyda bike,lê ev guhertin dê bi mîlyonan salan bidome.

Tîmeke lêkolînê ya navneteweyî, bi serokatiya jeozanistvanên ji Zanîngeha Southampton, hilkişînên rîtmîk yên kevirên manto yên heliyayî ji kûrahiya Erdê tesbît kirine.
Ev kevirên germ ji binî Afrîkayê derdikevin ser rûyê erdê, hêdî hêdî parzemînê ji hev diqetînin, û ji herêma Afar ya Etiyopya dest pê dikin.

Herêma Afar yek ji wan cihên kêm e li ser erdê ku sê şikestinên tektonîk li hev dicivin,geliyê çiya Sereke yê Etiyopya, Şeqama Deryaya Sor, û Şeqama Kendava Adenê zanyar berê hizir dikin ku tabloyên Afrîkayê tenê ji hev vediqetin,lê, lêkolînek ku di Gulanê de hate weşandin destnîşan kir ku çalakiya Volkanîk ya bin erdê ya dijwar dibe ku li pişt vê veqetandinê be.

Lêkolîneke nû vê pêvajoyê bi hûrgiliyên pir mezintir rave dike,li gorî lêkolîna ku di kovara zanistî ya Nature Geoscience de hatiye weşandin, mantoya li binê Afarê ne statîk e ew mîna dil lêdide, û ev lêdan bi berdewamî fişarê li ser plakaya tektîkî ya li jorê wê dikin.
Di dawiyê de, ev fişar dê bibe sedema şikestina plakayê, ku bibe sedema parçebûna parzemînê û çêbûna okyanûsek nû.

Lêkolîneran ji herêma Afar û li seranserê Geliyê Riftê yê Sereke yê Etiyopya zêdetirî 130 nimûneyên kevirên Volkanîk berhev kirin û avahiya jeolojîk ya kûr eşkere kirin.

Sîstema Rifta Rojhilatê Afrîkayê (EARS) mezintirîn sîstema rifta parzemînî ya çalak ya cîhanê ye, ku li ser rûberekî bi qasî 3 hezar û 500 kîlometreyan li seranserî parzemîna Afrîkayê dirêj dibe.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket