El-Nûcêfî: Ger Malikî ne yê, Emê serî li Dadweriyê bidin
kurdistani 05:10 PM - 2013-05-21
Usema El-Nûcêfî
Serokê Encumena Nûneram a Federal ya Êraqê Usema El-Nûcêfî, bi tundî êrişî serokê Hikûmeta Federal û serleşkerê giştî ya hêzên çekdarî ya Êraqê Nûrî Malikî kir, û diyar kir ku ew ne xwediyê wê hêzê û mêrxasiyê ku li beremberî nûnerên Gel raweste, her wiha daxuya kirin ku Malikî bi sivkayî nêzî xwûnrêjiya Êraqiyan dibe, ji ber ku ew razî nebû beşdarî komacivîna perlementoyê yê di derbarê giftûguhkirina têk çûna rewşa dawî yê ewlekariyl li welat rû da ye bibe.
Di kongireyeke rojnemevanî de, ku îro El-Nûcêfî li Bexdayê li darxistiye tekez kir, ku eger Malikî beşdarî komcivînên perlemanê nebê ji mafê koma ku ew vexwendiye perlemanê, vê carê daxwaza xwe vegerîne komcivîneke lêpirsînê, û ev yek mafekî desturî ya Perlemanê ye, her wiha diyar kir ku gelek komên ku cihê xwe di hevpeymana nîştimanî de digrin, ji helwesta Malikî ne razîne.
Nûcêfî wiha berdewam kir, eger Malikî her li ser helwesta xwe berdewam be û neyê perlemantoyê, wê demê em ê serî li Dozgeriyê û Dadweriya giştî bidine, û gilî bikine.
Wekî din El-Nûcêfî di kongira rojnemavanî de diyar kir ku wî gelek nama bo serkirdeyetiyên siyasî bi rê kirine û ji wan daxwaz kiriye, ku li welat hilbijartinên pêşwext yên perlemanê lidarkevine û perlemana niha û hikûmet jî ji hev bêne xistin û hikûmeteka veguhestinê lidar keve, El-Nûcêfî diyar kir ku wî heya niha bersiva 4 aliyan wergirtiye, û ragihand ku ew ê di demên pêş de encamên dawî yên xebata xwe bi gel re parveke.
Her wiha El-Nûcêfî serî li pirsa hatine Gerîlayên PKK`ê bo Êraqê jî da, û got: Tu agahiya hikûmeta Êraqê bi li hevkirina dawî yê ku di navbera PKK`ê û hikûmeta Tirkiyê de li darketiye nîne, em jî ne agahdarin, û me nebihîstiye ku ew vexundine xaka Êraqê, lê tekez kir ku eger kesek bixweze vê yekê li perlemantoyê giftûguh bike, wê demê ew ê deriyê giftûguhê vekin e, ji ber ku ew ê rê nadine tu kesî ku ji derv e dest bide mafê desthilatdariya rewa ya Êraqê.
PUKmedia / Leyle El-Şemarî / Bexda
hewal ziyatr
-
Vans: Di demeke nêzîk de bi Îranê dighêjin lihevkirinekê
11:30 AM - 2026-06-10 -
12 sal bi ser dagirkirina Mûsilê re derbas bûn
10:10 AM - 2026-06-10 -
Êrîşên Rûsya û Ukraynayê berdewamin û bi dehan qurbanî hene
05:15 PM - 2026-06-09 -
Îraqê 145 haletên vegirtina taya xwînberbûnê tomarkirine
03:28 PM - 2026-06-09
zêdetir tamaşe bike
Çima Trump peymana bi Îranê re 37 caran dubare kir?
04:23 PM - 2026-06-10
NY:138 Milyon zarok hîna jî qurbaniyên kar in
03:17 PM - 2026-06-10
Siyamend Efrînî:Koçberên Kurd û yên din jî dê vegerin warên xwe
02:29 PM - 2026-06-10
Karwana heştemîn a koçberên Efrînî dest bi vegerê kirin
10:59 AM - 2026-06-10
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî:Divê Herêm û Bexda bi hevre hevkar bin
Kurdistan 05:56 PM - 2026-06-10 -
NY:138 Milyon zarok hîna jî qurbaniyên kar in
Cîhan 03:17 PM - 2026-06-10 -
Siyamend Efrînî:Koçberên Kurd û yên din jî dê vegerin warên xwe
Kurdistan 02:29 PM - 2026-06-10 -
Çima Trump peymana bi Îranê re 37 caran dubare kir?
Cîhan 04:23 PM - 2026-06-10 -
Qubad Talebanî û Alicia Rico: Divê Herêm û Îraq bi hevra hevkar bin
Kurdistan 05:30 PM - 2026-06-09 -
12 sal bi ser dagirkirina Mûsilê re derbas bûn
Êraq 10:10 AM - 2026-06-10 -
Karwana heştemîn a koçberên Efrînî dest bi vegerê kirin
Kurdistan 10:59 AM - 2026-06-10 -
Vans: Di demeke nêzîk de bi Îranê dighêjin lihevkirinekê
Cîhan 11:30 AM - 2026-06-10



.jpg)

.jpg)
Aplîkêşin

