Çima Trump peymana bi Îranê re 37 caran dubare kir?
Cîhan 04:23 PM - 2026-06-10
Medya
Donald Trump Serokê Amerîka
Donald Trump
Serokê Amerîka bi berdewamî bi awayekî geşbîn got ku ew pir nêzîkî rêkeftinekê
bi Îranê re ne, lê ne rêkeftinek, belku vegeriyan ser ji nû ve destpêkirina şer
û rewşê aloztir kirin, û Trump gelekî baş sûd wergirtiye.
Trump 37 caran gotiye ku ew nêzîkî rêkeftinekê ye
Li gorî
medyaya Amerîkî, Trump 37 caran gotiye ku ew pir nêzîkî rêkeftinekê bi Îranê re
ye, lê Îranê her tim înkar kiriye ku ew nêzîkî rêkeftinekê ne, li gorî medyaya Amerîkî, Trump 37
caran gotiye ku ew pir nêzîkî rêkeftinekê bi Îranê re ye, lê Îranê her demê red
kiriye ku ew nêzîkî rêkeftinekê ne, ji ber vê yekê piştî xistina Helîkoptera şer ya Amerîkî û
destpêkirina aloziyan, pirsek derdikeve holê ka gelo ew bi rastî nêzîkî
rêkeftinekê bûn, yan jî ew dawiya rêkeftinê bû.
Taktîkî gelekî nêzîk 37 caran dubare kirin Çima?
Pêdagiriya
berdewam ya Trump ku peyman "pir nêzîk e" nîşan dide ku di navbera
gotûbêja siyasî û rastiya li ser mêza danûstandinan de valahiyek mezin heye.
Li gorî
çavdêriyên medyaya Amerîkî, roja 23ê Adar ya sala 2026an de, Trump tekez kir ku
Tehran dixwaze rêkeftinê bilezîne û pêdagiriyê dike ku di demek nêzîk de
rêkeftinek çêbibe.
Hevdem di
destpêka heyva Nîsanê de, wî ji bo peymaneke dawî du hefte dem danî, her weha
di nîvê Nîsanê de hêvî zêde kir ku peyman di çend rojên pêşde were îmzekirin.
Ji meha
Gulanê ve, soz bêyî ku di kirdarî de tiştek çêbibe berdewam kirin.
Daxuyaniyên geşbîn ji bo sê armancan:
Ev daxuyanî
ji bo sê armancan xizmet dikin: yekem, handana Îraniyan ji bo berdewamiya
danûstandinan, ya
duyemîn ew e ku pêşî li bilindbûna zêtir ya bihayên petrolê bigire, ji bilî vê
yekê Trump dixwaze eniya navxweyî ya Amerîka razî bike daku pirsgirêkan çêneke.
Hevkêşeya fişara du alî ya Apache wekî derfeteke siyasî
Bûyera xistina
Helîkoptereke Apache ya Amerîkî li nêzî Tengava Hurmuzê mînakek zelal ya vê
stratejiyê ye, di demekê de ku Fermandariya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) mijûlî
lêkolînê bû,Trump rastexwe Îran tometbar kir bi xistinê û gefa bersivdayîna
tund kir, lewra eger dema me temaşeya 37 caran daxuyaniya rêkeftin nêzîkê bikin
kir,li hemberî wê yekê jî me heman hejmar zimanê gefkirinê bihîstiye, bi
awayekî kar gihîştiye wl yekê ku Pakistanê bi fermî ji Trump xwestiye ku ji
bikaranîna gotinên dijwar dûr bisekine.
Îran geşbîn nebû
Li hemberî geşbîniya daxuyaniya Amerîkayê,Îran helwestek temam bi temamî
berevajî peyrew dike, ev ji ber çend sedeman e, di nav de pêîwstiya Tehranê
bi vê gotarê ye daku rewşa navxweyî aram bike û peyama serkeftinê ji
hevalbendên xwe yên herêmî re bişîne,lê, her çend medyaya Îranî nermbûnekê pesend
nake jî, navbeynkarên Pakistanî dibêjin ku Îran ber bi rêkeftinekê ve çûye.
Uranyuma meyandî dosyeyek aloz e
Dosyeyek meyandina
Uranyûmê û diyarkirina rêjeya girêka herî mezin ya danûstandinan e, ji ber ku
Washington dixwaze Îran dev ji vê cureyê Uranyûmê berde, lê di awayê pêkanîna
wê de nermbûnek nîşan daye, wek:
1. Radestkirina Uranyûmê bo Kazaxistanê, ku cihê baweriya yên Amerîka ye.
2. Yan jî di bin çavdêriya Ajansa Wuzeya Atomî ya Navneteweyî de li
hundirê Îranê wêran bikin.
Tengava Hurmuz karta fişara ya Îranê li dijî dorpêçan e
Îran xwedî hejmareke sînorkirî ya kartên fişarê ye, ku ya herî girîng
Tengava Hurmuz e, Tehran naxwaze vê kartê bê beramber bişewitîne, di
heman demê de Amerîka hewl dide ku pirsgirêka asayîşê ya Tengava Hormuzê ji
pirsgirêka Etomî veqetîne û bi tevahî biqedîne, lê Îranê girtina tengavê
aniye nav danûstandinan û dixwaze wê ji bo berjewendiya xwe bikar bîne.
Îran û Amerîka di navbera aştî û şer de ne
Trump kariye
rewşa navxweyî aram bihêle û rê li ber bilindbûna bêtir ya buhayên petrolê
bigire, lê rewş pir aloz e,ku bi kiryareke biçûk, her tişt dê berevajî
bibe, ji ber ku rageşî ji ber ketina Helîkopterekê ji nû ve dest pê kiriye û
Trump jî gefên tund dixwe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

