NY:138 Milyon zarok hîna jî qurbaniyên kar in

Cîhan 03:17 PM - 2026-06-10
Dîmenk ji karkirina zarokan SANA

Dîmenk ji karkirina zarokan

Cîhanî

Rêxistina Kar ya Navneteweyî hişyarî da li ser berdewamiya belavbûna karên zarokan li çar aliyên cîhanê, û tekez kir ku bi mîlyonan zarok hîna jî ji mafên xwe yên perwerde, lîstin û pêşkeftinê bê par in, û daxwaz kir ku ev diyarde wekî tiştekî neçar û hetahetayî neyê dîtin.

Rêxistina Kar ya Navneteweyî ku saziyeke Neteweyên Yekbûyî ye, piştrast kir ku nêzîkî 138 milyon zarok li çar aliyên cîhanê hîna jî di karên zarokan zehmet de kar dikin,ku ji wan 54 milyon di mercên metirsîdar de kar dikin, û banga zêdekirina hewldanên navneteweyî ji bo jiholêrakirina vê diyardeyê kir.

Ev yek di dema çalakiyek ya asta bilind de pêk hat ku li Cenevreyê di çarçoveya 114.emîn Konferansa Kar ya Navneteweyî de, ku hevdem e digl bîranîna Roja Cîhanî ya Li Dijî Karkirina Zarokan, bi dirûşmeya "Karta Sor li dijî karkirina zarokan ji Marakêşê heta çalakiya rastîn" de hat lidarxistin.

Gilbert Houngbo Rêveberê Giştî yê Rêxistina Kar ya Navneteweyî, got:Divî zaroktî demekê ji bo fêrbûn, mezinbûn û geşbûn û lîstikê be, ne ji bo kar be,û tekez kir ku bi mîlyonan zarok hîna jî ji mafên xwe yên bingehîn û derfetên pêşerojê bê par in.

Beşdaran gotûbêj li ser mekanîzmayên cî bi cîkirina "Çarçoveya kar ya Merakêşê" kirin, ku armanc dike bi riya xurtkirina yasadananê, berfirehkirina derfetên perwerdehiya bê be ramber, dabînkirina parastina civakî û karê baş ji bo malbatan, û çareserkirina sedemên bingehîn yên hejarî, qeyran û pevçûnan, dawî li karê zarokan bîne.

Hongbo tekez kir ku pêşketinên ji sala 2000 an û vir ve hatine çêkirin dislemînin ku jiholêrakirina karê zarokan gengaz e, û daxwaz kir ku ew wekî bûyereke neçarî yah eta hetayî neyê dîtin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket