Revenda Kurd û Êraqiyan roja gorên bikom bibîranîn
kurdistani 12:29 PM - 2013-05-19
Revenda Kurd û Êraqiyan roja gorên bikom bibîranîn
Roja 16/5, balyozxaneya Êraqê bi fermana wezareta mafê mirov ya Êraqê bi hevkariya revenda Kurd û Êraqiyan roja qirkirina bikom bibîranîn û ew roj weke rojekî niştimanî dane nasandin.
Di destpêkê de console balyozxaneyê Dr. Zahêm Mislim, nameya wezîrê mafê mirov û balyozxaneyê a derbarê komkujiyên Êraqiyan xwendin, ku têde li ser çawayiya rêjma Be`sê ya jinavçûyî bi bê cudahiyek, miletê Êraqê qirrkiriye û 400 hezar Êraqî di gorên bi kom de veşartiye, zêdetir li 369 gorên bikom hatine diyar kirin û heya niha hîna jî lidûv gorên ne diyar digerin.
Piştre jî Dr. Tehsîn Akreyî bi nave herdu revendan nameya xwe ya taybet ku tê de zêdetir amarên fermî destnîşan kirin, her weha hawara malbatên Helebçe û enfalê gîhand amadevanan û behsa ew herdu rûdanên xembar kir ku çawa Sedamê diktator bisedhezaran Kurd jinav biriye û 8 hezar Barzanî di wan goran de veşartiye. Ku heya îro jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê li şûna wan goran de digerin û hewldidin ku rufatên wan vegerînin Kurdistanê.
Dr. Tehsîn Akreyî amaje bi wê yekê jî kir ku parlemana Siwêd û Birîtanyayê hewl didin rûdanên komkujiyên Kurdan bi jenosîd binasînin.
Akreyî di berdewamiya gotina xwe de cext kir ku dive hikûmeta Êraqê hewl bide ku vê rojê bike bi rojekî cîhanî, her weha amaje bi wê yekê jî kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di meha adarê de li Hengariyayê revenda kurdî vexwend û karîn li gel 4 rojnamevanan di konferansa jenosîda navnetewî de ku 25 saliya biserhateyên Helebçe û Enfalê beşdar dibin û karîn peyama zulma li ser Kurdan bighînin çapemeniya Hengariyayê. Armanca wê konferansê jî daxwazkirina bijenosîd nasandina rûdanên Helebçe û Enfalê bi fermî di cîhanê de ye.
PUKmedia/Taybet
hewal ziyatr
-
Vans: Di demeke nêzîk de bi Îranê dighêjin lihevkirinekê
11:30 AM - 2026-06-10 -
12 sal bi ser dagirkirina Mûsilê re derbas bûn
10:10 AM - 2026-06-10 -
Êrîşên Rûsya û Ukraynayê berdewamin û bi dehan qurbanî hene
05:15 PM - 2026-06-09 -
Îraqê 145 haletên vegirtina taya xwînberbûnê tomarkirine
03:28 PM - 2026-06-09
zêdetir tamaşe bike
Çima Trump peymana bi Îranê re 37 caran dubare kir?
04:23 PM - 2026-06-10
NY:138 Milyon zarok hîna jî qurbaniyên kar in
03:17 PM - 2026-06-10
Siyamend Efrînî:Koçberên Kurd û yên din jî dê vegerin warên xwe
02:29 PM - 2026-06-10
Karwana heştemîn a koçberên Efrînî dest bi vegerê kirin
10:59 AM - 2026-06-10
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî:Divê Herêm û Bexda bi hevre hevkar bin
Kurdistan 05:56 PM - 2026-06-10 -
NY:138 Milyon zarok hîna jî qurbaniyên kar in
Cîhan 03:17 PM - 2026-06-10 -
Siyamend Efrînî:Koçberên Kurd û yên din jî dê vegerin warên xwe
Kurdistan 02:29 PM - 2026-06-10 -
Çima Trump peymana bi Îranê re 37 caran dubare kir?
Cîhan 04:23 PM - 2026-06-10 -
Qubad Talebanî û Alicia Rico: Divê Herêm û Îraq bi hevra hevkar bin
Kurdistan 05:30 PM - 2026-06-09 -
12 sal bi ser dagirkirina Mûsilê re derbas bûn
Êraq 10:10 AM - 2026-06-10 -
Karwana heştemîn a koçberên Efrînî dest bi vegerê kirin
Kurdistan 10:59 AM - 2026-06-10 -
Vans: Di demeke nêzîk de bi Îranê dighêjin lihevkirinekê
Cîhan 11:30 AM - 2026-06-10



.jpg)

.jpg)
Aplîkêşin

