Wezîrê Navxwe yê Pakistanê ji bo danûstandinan sardana Tehranê dike

Cîhan 12:17 PM - 2026-06-20
Wezîrê Navxwe yê Pakistanê Ajans

Wezîrê Navxwe yê Pakistanê

Pakistan Amerîka Îran

Wezîrê Navxwe yê Pakistanê ji bo gotûbêjkirina pêşketinên herêmî û navneteweyî û hevdîtinên aştiyê di navbera Amerîka û Îranê de ber bi Tehranê birêket.

Li gorî rapora ajansa IRNAyê, Wezîrê Navxwe yê Pakistanê Muhsin Nequyî dê bi rayedarên Îranî re bicive da ku behsa pêwendiyên navbera herdu welatan bikin.

Wezîrê Pakistanî dê pêşketinên dawî yên di hevdîtinên Amerîka û Îranê de û mijarên ewlehiya herêmî jî gotûbêj bike.

Serdana wezîrê navxwe yê Pakistanê piştî wê yekê tê ku Amerîka û Îran lihevkirinek aştiyê îmze kirin, ku biryar bû roja Înê 19/6/2026 li Swîsreyê bihata kirin, lê ji ber ne temamkirina rêkaran lihevkirina dawî hate paşxistin.
Hêjayî gotinê ye ku hewlên aştiyê di navbera Amerîka û Îranê de li 11/4/2026an bi navbeynkariya Pakistanê destpê kirin û piştî çendîn şikestin li dawiyê gihêştine rêkeftina dawî.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket