Sûriyê bawernameyên xwendekarên li deverên Rêveberiya Xweser pesend kir
Kurdistan 02:36 PM - 2026-06-20
Medya
Logoya Rêvberiya Xweser û Ala Sûriyê
Wezareta
Perwerdehiyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê naskirina bawernameyên ku ji hêla
Rêveberiya Xweser ve bi xwendekaran hatine dayîn pesend kir ku xwendekarên
li gorî bernameya rêveberiya xweser xwendina xwe berdewam kiribûn, di salên
akademîk yên 2025-2026an de destûrdê bê
dayîn ku beşdarî ezmûnên bawernameyên yên giştî bibin.
Wezareta
Perwerdehiyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê biryara hejmar 1617/943 derbarê bawernameyên
ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve bi xwendekarên herêmên xwe hatine dayîn derxist
li gorî bendên yasaya Hejmar 31 ya 2024an bi berçavgirtina rewşa yasayî û mercên
xwendekarên li parêzgehên rojhilatê Sûriyê, pêwîste rewşa yasayî û mercên xwendekaran li parêzgehên
rojhilat li ber çavan bên girtin û ji bo temamkirina pêvajoya entegrasyonê ji
bo avakirina sîstemeke perwerdeyê ya yekgirtî, ev yek wê yekê tê ku piştî bernameya
xwendinê ya hikûmeta Sûriyê ya yekgirtî li hemû parêzgehên Sûriyê hate
sepandin.
Li gorî
pêdiviyên berjewendiya giştî, ev biryar hatiye dayîn:
Madeya 1:
Xwendekarên
ku berê xwendina xwe li gorî bernameya rêveberiya xweser kiribûn, destûr tê
dayîn ku bi karanîna vê bawernameyê, li gorî rêzikname û pîvanên neteweyî yên
yekgirtî yên ku ji hêla Wezareta Perwerdehiyê ve hatine danîn, tenê di salên
akademîk yên 2025-2026 û 2026-2027an de, xwendekar dê beşdarî azmûnên bawernameyên
yên giştî yên 3.Navîn û 6ê Amdeyî bibin.
Madeya 2:
Bawernameyên
ku berê ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn, dê li gorî rêkarzên ku ji
hêla Wezaretê ve hatine pejirandin tên pesendkirin.
Madeya 3:
Ev biryar dê ji bo cîbicîkirina wê were weşandin û ji aliyên peywendîdar
re tê şandin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mazlûm Ebdî li Parîsê digel Emmanuel Macron dicive
05:57 PM - 2026-06-20 -
Yenar Mihemed li Silêmaniyê tê bîranîn
04:01 PM - 2026-06-20 -
Ziyanên Amerîka di şerê Îranê de 132 milyar dolar bûye
01:50 PM - 2026-06-20 -
Îro 20ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Penaberane
01:18 PM - 2026-06-20
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Festîvala Fîlmên Mobayîl a Kurdî ji bo ciwanan derfetek başe
10:09 PM - 2026-06-20
Sebah Numan: Dosyaya nehiştina çekan mijareke hebûnî ye
09:23 PM - 2026-06-20
Amerîka û Îran dê li Swîsreyê bicivin û girtina Hurmizê tê redkirin
07:24 PM - 2026-06-20
Serok Bafil û Serokkomar:Divê pirsgirêk li gorî destûrê bên çareserkirin
04:10 PM - 2026-06-20
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil û Serokkomar:Divê pirsgirêk li gorî destûrê bên çareserkirin
Kurdistan 04:10 PM - 2026-06-20 -
Sûriyê bawernameyên xwendekarên li deverên Rêveberiya Xweser pesend kir
Kurdistan 02:36 PM - 2026-06-20 -
Mazlûm Ebdî li Parîsê digel Emmanuel Macron dicive
Kurdistan 05:57 PM - 2026-06-20 -
Yenar Mihemed li Silêmaniyê tê bîranîn
Kurdistan 04:01 PM - 2026-06-20 -
Ziyanên Amerîka di şerê Îranê de 132 milyar dolar bûye
Cîhan 01:50 PM - 2026-06-20 -
Îro 20ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Penaberane
Kurdistan 01:18 PM - 2026-06-20 -
Serok Bafil: Festîvala Fîlmên Mobayîl a Kurdî ji bo ciwanan derfetek başe
Kurdistan 10:09 PM - 2026-06-20 -
Kûpaya Cîhanê 2026 û felsefeya lihevkirinê ji qada lîstikê ber bi dîplomasiyê
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-20






Aplîkêşin

