Amerîka û Îran dê li Swîsreyê bicivin û girtina Hurmizê tê redkirin
Cîhan 07:24 PM - 2026-06-20
Reuters
Gewriya Hurmiz
Tê payîn ku Cîgirê Serokê Amerîkayê di demek nêzîk de ji bo
hevdîtinên bi Îranê re serdana Swîsreyê bike.
Cîgirê Serokê Amerîka JD Vance ji tora nûçeyan a Fox News re
ragihand; Ez texmîn dikim ku di nav du rojên pêş de biçim, lê wekî ku hûn
dizanin, ev yek hevrêziyek baldar û protokola dîplomatîk pêwîst dike.
Diyar jî kir ku
welatê wî derfetê dide danûstandinên bi Îranê re û eger hene hevdîtinên dualî
pir zû dest pê bikin, dibe ku roja Yekşemê, û ku tişt di mijara Îranê de baş birêve
diçin.
JD Vance got, Nûnerên Amerîkî Steve Witkoff û Jared Kushner
jixwe amade ne ku van hevdîtinan bikin û bi hin aliyên teknîkî yên
danûstandinan re mijûl bibin. Yek ji tiştên girîng ku serok ji me xwest ku em
bikin vekirina tengava Hurmizê bûye, ew jî heye û duh me kariye 16 milyon
bermîl petrol ji derveyî gewriya Hurmnizê bidest bixin.
Di vê navberê de, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê
(Centcom) di daxuyaniyekê de got ku tevgera keştîyên bazirganî li Tengava Hurmizê
îro, 20ê Hezîranê, zêde bûye, derbasbûna aştiyane di rêya avî ya navneteweyî de
berdewam kir, ji ber vê yekê 55 keştîyên bazirganî derbas bûn.
Centcom tekez kir ku hêzên Amerîkî dê li herêmê hişyar
bimînin da ku pabendbûna bi hemî aliyên peymana bi Îranê re misoger bikin.
Vance ji Fox News re tekez kir û got, "Ti delîl tune ku
Îranê Tengava Hurmiz girtiye."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Mazlûm Ebdî li Parîsê digel Emmanuel Macron dicive
05:57 PM - 2026-06-20 -
Yenar Mihemed li Silêmaniyê tê bîranîn
04:01 PM - 2026-06-20 -
Ziyanên Amerîka di şerê Îranê de 132 milyar dolar bûye
01:50 PM - 2026-06-20 -
Îro 20ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Penaberane
01:18 PM - 2026-06-20
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Festîvala Fîlmên Mobayîl a Kurdî ji bo ciwanan derfetek başe
10:09 PM - 2026-06-20
Sebah Numan: Dosyaya nehiştina çekan mijareke hebûnî ye
09:23 PM - 2026-06-20
Amerîka û Îran dê li Swîsreyê bicivin û girtina Hurmizê tê redkirin
07:24 PM - 2026-06-20
Serok Bafil û Serokkomar:Divê pirsgirêk li gorî destûrê bên çareserkirin
04:10 PM - 2026-06-20
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil û Serokkomar:Divê pirsgirêk li gorî destûrê bên çareserkirin
Kurdistan 04:10 PM - 2026-06-20 -
Sûriyê bawernameyên xwendekarên li deverên Rêveberiya Xweser pesend kir
Kurdistan 02:36 PM - 2026-06-20 -
Mazlûm Ebdî li Parîsê digel Emmanuel Macron dicive
Kurdistan 05:57 PM - 2026-06-20 -
Yenar Mihemed li Silêmaniyê tê bîranîn
Kurdistan 04:01 PM - 2026-06-20 -
Ziyanên Amerîka di şerê Îranê de 132 milyar dolar bûye
Cîhan 01:50 PM - 2026-06-20 -
Îro 20ê Hezîranê Roja Cîhanî ya Penaberane
Kurdistan 01:18 PM - 2026-06-20 -
Serok Bafil: Festîvala Fîlmên Mobayîl a Kurdî ji bo ciwanan derfetek başe
Kurdistan 10:09 PM - 2026-06-20 -
Kûpaya Cîhanê 2026 û felsefeya lihevkirinê ji qada lîstikê ber bi dîplomasiyê
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-20





Aplîkêşin

