Rifet Ebdullah: Çemçemal hêjayî xizmet û projeyên zêdetir e

YNK 02:13 PM - 2026-06-18
Rifet Ebdullah li gel Çalakvan û Mamostayên Çemçemalê Ragihandina Cîgirê Serokê YNKê

Rifet Ebdullah li gel Çalakvan û Mamostayên Çemçemalê

YNK

Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rifet Ebdullah, pêşwaziya hejmarek çalakvanên civaka sivîl û mamosteyên olî û mamostayên zanîngeha Çemçemalê kir.

Di civînê de Rifet Ebdullah axivî û got: Çemçemal û xelkê wê di şoreş û qurbanîdanê de roleke girîng lîstine û hêjayî xizmet û projeyên hêja ne.

Di civînê de ku endamê serkirdayetiyê Stran Ebdullah, û endamê Parlamentoya Kurdistanê Helmet Hoşyar, beşdarî bibûn, cîgirê serokê YNKê behsa wê yekê kir ku divê ew bi aliyên peywendîdar ên Devera Çemçemalê re bêtir hevahengiyê bikin û roleke bibandortir di pêşvebirin û xizmetkirina xelkê Çemçemalê yê qurbanîder de bilîzin.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket