Rifet Ebdula:Di sala nû ya Koçî de em girîngiyê didin ramana nermbûnê

Kurdistan 11:12 AM - 2026-06-16
Rifet Ebdula, Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Ragihandina Cîgirê Serokê YNKê

Rifet Ebdula, Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê

Rifet Ebdula, Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK),hatina sala nû ya Koçî li Musilmanên li Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dike û tekezî li ser pêşvebirina prensîpên rastîn yên ola pîroz ya Îslamê, çanda jiyana hevbeş û ramana nermbûna olî dike.

Naveroka pîrozbahiyê ya Rifet Ebdula:

Ez bi germî sersala nû ya Hicrî li hemû Musilmanên li Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dikim,ez niza dikim ku ev sal bibe riyek ber bi dadperwerî û pêşketineke zêdetir li Kurdistanê û aştî û aramiyê bîne cîhanê.

1ê Muheremê ne tenê rojek asayî ye, lê belê xalek werçerxê ye ku dîroka mirovahiyê guhertiye, bi vê boneyê, em tekezî li ser pêşxistina prensîpên rastîn yên ola pîroz ya Îslamê, çanda jiyana hevbeş û ramana nermbûna olî dikin.

Rifet Ebdula

Cîgirê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket