Talebanî: Em hewl didin bûdce û mûçeyên herêmê çareser bikin

Kurdistan 07:21 PM - 2024-03-27
Talebanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê PUKMEDIA

Talebanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê

Qubad Talebanî Pêyiwendiyên Dîplomasî

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de pirsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê û çendîn mijarên din ên balkêş hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de ku roja Çarşemê (27.03.2024) li Hewlêrê û bi amadebûna Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê James Goldman birêve çû, Qubad Talebanî tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye diyar kirin, kir.

Di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî Cîgirê Serokwezîr got ku hewl bo çareserkirina kêşeyan bi taybetî pirsa bûdceyê berdewamin û tekez jî li ser wê yekê kir ku hemû hewldan bo çareserkirina pirsa bûdce û mûçeyê karmendan e.

Di hevdîtinê de, Qubad Talebanî spasiya alîkariyên Brîtanyayê bo Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî jî di hewlên wan de ji bo pêkanîna têgihîştina zêdetir di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket