Divê derbarê êrîşa firokeyên bê firokevan de lêkolînek berfireh bê kirin

Kurdistan 10:21 PM - 2024-04-26
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî

Silêmanî

Demjimêr 18:50 îro Înê 26-4-2024, di encama du êrişên balafirên bêmirov ên li ser kêlgeha gazê ya Kormorê li başûrê Kurdistana Iraqê, 3 Yemenî hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn, cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî bi tundî ew êriş şermezar kir û daxwaza lêkolîna lezgîn li ser bûyerê kir.

Teksta daxuyaniyê:

 
Ez bi tundî êrişa firokeyên bê firokevan li ser kêlgeha gaza Kormorê şermezar dikim û ji ber kuştin û birîndarbûna çend karmendan di encama êrişê de dilgiran im.

  Daxwazê ji hikûmeta Iraqê û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê dikim ku demildest dest bi lêkolîneke berfireh bikin û tedbîrên cidî werbigirin ji bo rêgirtin li dûbarebûna wan êrişan ku tê de welatiyên sivîl tên kuştin û gelê Kurd bi giştî qurbaniyên sereke ye.

Qubad Talebanî

Cîgirê serokwezîr

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket