Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin

Kurdistan 10:42 PM - 2024-04-26
Berpirsê  Mekteba Sekreteriya Serok Mam Celal Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî

Berpirsê Mekteba Sekreteriya Serok Mam Celal

Saziya Serok Celal Talebanî

Berpirsê Mekteba Sekreteriya Serok Mam Celal Qubad Talebanî ,48 saliya damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurdistanê pîroz kir û ragihand:“Em hêvîdar in ku komeleya xwendekaran bi şopandina rêbaz û şêwazên nû yên xebatê zêdetir xizmetê bike û divê bibe parêzvanê xwendekaran û li ser heman rêyê û di bin siya siyaseta Deste Gul ya birêz Mam Celal de têkoşîna xwe ya birûmet bidomîne.”

Teksta peyamê:

Komeleya Xwendevanên Kurdistanê yên hêja

Bi helkefta 48 saliya damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurdistanê, pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.

Em rola we ya girîng di perwerdekirina xwendekar û ciwanên Kurdistanê di têkoşîna siyasî û bizava xwendekarî de û hewlên we yên ji bo xizmetkirina xwendekaran û keda we jib o pêşxistina vê rêxistinê bilind dinirxînin.

Hêvîdar in ku komeleya xwendekaran bi şopandina rêbaz û şêwazên nû yên xebatê zêdetir xizmetê bike û divê bibe parêzvanê xwendekaran û li ser heman rêyê û di bin siya siyaseta Deste Gul ya birêz Mam Celal de têkoşîna xwe ya birûmet bidomîne.

Berpirsê  Mekteba Sekreteriya Serok Mam Celal

 Qubad Talebanî

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket