Du şandên Herêma Kurdistanê û Iraqê dê serdana Kormorê bikin

Kurdistan 12:59 PM - 2024-04-27
Ramak Ramazan Arşîv

Ramak Ramazan

Hikumeta Herema Kurdistanê

Du şandên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo lêkolîn û nirxandina ziyanên êrişa terorîstî dê serdana kêlgeha xaza Kormorê bikin. Qaymeqamê Çemçemalê da zanîn “Tu kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe û lêkolîn berdewam dikin.’’

Qaymeqamê navçeya Çemçemal Ramak Ramazan ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Şandeke hevbeş a wezaretên samanên xwezayî û elektrîkê yên hikûmeta Herêma Kurdistanê dê danê êvarê serdana cihê bûyerê bike û raporta xwe derbarê êrişa firokeyên bê firokevan li ser kêlgeha gaza Kormorê amade bike.’’

Ramazan got: "Armanca şanda Herêma Kurdistanê ew e ku karmend û kompaniyên zeviyê dilniya bike û her wiha biryarê bide ku heta çi radeyê berhemanîna gazê rawestînin û kengê careke din dest bi berhemanîna gazê bikin."

Qaymeqamê Çemçemal got:“Lêpirsîna bûyerê berdewam dike û ti kesî berpirsatiya wê kiryara terorîstî negirtiye ser xwe.’’

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket