Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin

Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26
Karta qeydkirina dengdêrên biyometrîk PUKMEDIA

Karta qeydkirina dengdêrên biyometrîk

Hilbijartinên Parlemana Kurdistanê

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê (IHEC)  ragihand:“Hefteya borî li Iraqê 52 hezar û 109 kertên biyometrîk ji dengderan re hatin dayîn ku Silêmanî bi 15 hezar û 758 kertên biyometrîk ji dengderan re di rêza yekem de ye û herî kêm jî li Kerkûkê bi 216 kertan di rêza yekem de ye.’’

Kartên nû yên biyometrîk nayên derxistin

Çavkaniyekî ji Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand;“Kartên ku ji hilbijêran re hatine vegerandin berê hatine nûkirin an jî dengdêrên nû ne, kartên wan qediyane û li wan hatine vegerandin.’’

Çavkaniyê han eşkere kir ku, bi sedema amadekariyên civîna şeşem a hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, ti kartên nû yên biyometrîk ji bo dengderan nayên dayîn, ji ber ku dema dawî derbas bûye.

Pêvajo li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê hatiye rawestandin

Li gorî PUKMEDIA’yê, agahî û daneyên ku ji komîsyonê hatine wergirtine, pêvajoya derxistina kartên nû û nûkirina kartên biyometrîk yê dengdan li parêzgehên din ên Iraqê ji bilî Silêmanî, Hewlêr û Duhokê berdewam e û heftiya borî ji 19-24/4/2024, 17 hezar û 200 kartên nû li parêzgehên Iraqê hatin tomarkirin, lê li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê prose rawestandine’’

Nêzîkî 125,000 hilbijêrên nû tomar kirine

Li gor zanyariyên ku PUKMEDIA ji Komisyona Hilbijartinan a Iraqê bi dest xistine, proseya tomarkirina dengdêran di 10-3-2024an de bi dawî bûye, bi giştî 124 hezar û 667 dengder di proseya dengdanê de bi xwe hatine tomarkirin.

Ji van 42 hezar û 14 hilbijêrên ku di sala 2006'an de ji dayik bûne cara ewil dengê xwe didin.Her wiha heftiya borî li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê jî , li Silêmaniyê 15 hezar û 758 kertan,  li Hewlêrê 13 hezare  1727   û li Duhokê 7 hezar û 888 kartên biyometrîk ji bo dengderan hatine dayîn.

Kampanya 10’ê Gulanê dest pê dike

Berdevka Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Cumana Gelayî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:"Em xwe ji bo hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê di roja ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye diyarkirin de amade dikin û ji bo vê mebestê jî me gavên baş avêtin."

Gelayî got: "Li gorî biryarên encûmena komisyonan, helmeta hilbijartinan dê di 10ê Gulana îsal de dest pê bike û roja berî dengdana taybet roja 6ê Hezîrana 2024an bi dawî bibe û biryara dawî derbarê kampanyayê de bi komîsyonan re ye."

Berdevkê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê got:"Li gorî biryaran girtî, nexweş û xebatkarên tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê di rojên taybet ên dengdanê de ku ji bo wan hatine diyarkirin, dê deng bidin."


PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket